Weneyê herî bihûrgilî û mezin ê dinyayê

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 6 Çile 2022 - 03:56

Muzeya bi navê Rijksmuseum a li Amsterdamê, tabloya Şêwekarê navdar Rembrandt a bi navê “The Night Watch” (Nobeta şevê) ku sala 1642’an di dema ronesansê de çêkiribû, weke wêneyê herî bihûrgilî yê dinyayê hazir kir.

Ji bo temaşevan karibin li vê tabloyê baş binihêrin û li serhûrgiliyên di tabloyê de bifikirin, muzeyê 8 hezar û 439 wêne anîn cem hev da ku karibe wêneyê herî mezin û baş yê dinyayê biafirîne. Wêneyê tabloyê “The Night Watch” ji 717 gigapîksel (717.000.000.000 pîksel) pêk tê. Muzeyê got, heta niha ti berhemeke hunerî bi vî awayî nehatiye hazirkirin û ev wêneyê berhemê ronesansê wêneyê herî bihûrgilî yê dinyayê ye.

Heta niha kesî tiştekî wiha nedîtiye

Ji bo tîma wênegir karibe vî wêneyî bigire, kamerayên 100 hezar magapîksel ango Hasselblad H6D 400 MS hatin bikaranîn. Li gorî nûçeya Dutch News lêkolînerê muzeyê yê bi navê Rob Erdmann jî di nav tîma wênegiran de cî girtiye û ji bo vê projeyê dibêje, “Tiştê em dikin karekî bêhempa ye, heta niha kesî tiştekî bi vî awayî nedîtiye û çênekiriye.”

Dosyeya ku ji bo vî karî hatiye hazirkirin ji 5.6 terebaytan pêk tê. Muzeyê berê jî tabloyek bi vî awayî çêkiribû, lê ev tabloyê Rembrandt 4 qatan ji ya berê mezintir ûhûrgiliyên wê jî zelaltir tên dîtin. 

Her çend ji ber pandemiyê niha muze girtî be jî bi rêya înternetê mirov dikarin berê xwe bidin tabloyê Rembrandt ûhûrgiliyên li ser tabloyê baştir bibînin.

Kesên bixwazin tabloyê bibînin bitikînin

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.