- Endamê Navenda Çand û Huner, Amir El-Înad bixêrhatina zarokan û mêvanan kir.
Komîteya Çand û Huner a bi hevkariya Nivîsgeha Wênexêziyê ya Tebqayê yekem komxebata zarokan a “Wênexêzên Siberojê” li Hola Navenda Çand û Huner a bajarê Tebqayê, orgenîze kir.
Nûnerên Rêveberiya Sivîl, Meclisa Leşkerî, partiyên siyasî, nivîsgehên jinan, Yekîtiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê ya Tebqayê, beşdarî komxebatê bûn.
Endamê Navenda Çand û Huner, Amir El-Înad bixêrhatina zarokan û mêvanan kir. 25 zarokên temenên wan di navbera 6 û 16 salî de tev li komxebatê bûn û behreyên xwe nîşan didin.
Di roja yekem a komxebatê de zarokan tabloyên cûda xêz kirin, hin ji wan ên sewalan û xwazayê bûn.
Li ser komxebatê, hevserokê Komîteya Çand û Huner a Tebqayê Elî Elaya got, ev cara yekê ye ew komxebateke wiha li dar dixin, û wî çalakî li Wênexêzên Siberojê pîroz kir.
Elaya anî ziman ku armanca komxebatê, bipêşxistina aliyê hunerî û çandî ye da ku xwe bigihînin beşekî mezin ê hunermend û rewşenbîran. Komxebat 3 rojan dewam dike. Di roja yekem û duyem de zarok wê tabloyan xêz bikin û di roja sêyemîn de dê tabloyên wan werin nîşandan.
ANHA/TEBQA