Welatiyên xwe bibin

Nûçeyên Cîhan

Sêşem 16 Sibat 2021 - 01:55

  • Di nav 57 welatan de rexneyên tund li Swêdê hate kirin.

Neteweyên Yekbûyî (NY) di serê hefteyê de ji 57 welatan re name şand ku bila hemwelatiyên xwe yên li Kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên di kontrola hêzên QSD’ê de werbigirin.

Di nav 57 welatan de rexneyên tund li Swêdê hate kirin. Ajansa nûçeyan a Swêdê TT bi Raportorê Taybet ê Konseya Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî Fîonnûla Nî Aolaîn re roporatajek kir.

Aolaîn ji TT’yê re axivî û diyar kir ku jin û zarokên di kampan de di nav şertên giran de ne û nexweşî jî li wir zêde bûne. Aolaîn bang li hemû welatan kir da ku hemwelatiyên xwe yên li Kampa Holê werbigirin.

Li kampên Hol û Rojê yên di kontrola QSD’ê de nêzî 65 jin û zarok hene ku têkiliya wan bi DAÎŞ’ê re hene. Piraniya van kesan ji Sûriye û Iraqê ne lê ji 57 welatan 9 hezar û 460 kes jî hene.

Welatên wekî Swêd, DYE, Îngîltere, Fransa, Rûsya, Çîn jî hemwelatiyên wan di nav kampan de hene. Aolîn di daxuyaniya çapemeniyê de lîsteya welatên ku xwedî li hemwelatiyên xwe yên li wan kampan dernakevin wekî ‘lîsteya şermê’ diyar kiribû. Fînlandiya, Kanada û Kazakistanê jî hemwelatiyên xwe ji wir wergirtibûn.
Li gorî lêkolînên TT’ê li kampa Rojê ya ku biçûk e 11 jin û 20 zarokên hemwelatiyên Swêdê hene. Hejmara jin û zarokên hemwelatiyên Swêdê yên li kampa Holê jî nayê zanîn. Li gorî texmînan li vê kampê 10 jin û 10 zarokên hemwelatiyên Swêdê hene.

Rayedarên Wezareta Karên Derve ya Swêdê ji bo tespîtkirina hemwelatiyên Swêdê yên li kampan ji hêzên Kurdan agahî xwestiye. Li gorî TT’yê jî li kampa Holê 16 jin, 15 mêr û bi giştî 31 hemwelatiyên Swêdê hene.

Swêd dixwaze rûniştinên darizandinên DAÎŞ’ê li Rojava pêk were. Aolaîn diyar dike ku ev fikreke beredayî ye û welatên ku van fikran diparêzin jî dûrî rastiyê ne.

ANF/STOCKHOLM

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.