- Serekçeteyên dewleta Tirk li ser desthilat û kurtêlan bi hev dikevin. Li ser hev didin û li kirinên xwe yên hov mikur tên. Li ser vê jî xizmên wendakiriyan doza dadê dikin. Aynûr Ayşîn a 27 sal in li aqûbet bavê xwe dipirse, dibêje: Wê rojekê li derî bide û bavê min bê.
Yek ji serekçeteyê dewleta Tirk Sedat Peker li beşekî kirinên hov ên dewletê mikur hat û ev jî dike ku birînên nekewiyayî careke din bêhtir biêşin. Kesên xizmên wan hatine kuştin û wendakirin, bi vê sedemê doza darizandinê dikin û dereng be jî dixwazin edalet tecelî bike.
Aynûr Ayşîn, 27 sal in li aqûbeta bavê xwe dipirse û dibêje: “Wê rojekê li derî bide û wê bavê min bê." Adnan Orhan ku 27 sal in li aqûbeta bavê xwe û du xizmên xwe dipirse jî dixwaze komîsyona heqîqetê bê avakirin.
Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), di sala 1995'an de ji bo aqûbeta windayan bê aşkerekirin û kiryar bên darizandin, 17-31'ê Gulanê wekî Hefteya Windayan a Navneteweyî ragihandibû. Xizmên windayan îsal Hefteya Windayan a Navneteweyî, di wextekî de ku yek ji serekçeteyên dewleta Tirk Sedat Peker li xwe mikur tê, pêşwazî dikin.
Mirina wî his nakim
Li gor daneyên Navenda Hafizeyê û ÎHD'ê, di navbera 1980-2001'ê de hezar û 388 kes di bin çavan de an jî bi cinayetên kiryar nediyar hatine windakirin.
Yek ji van kesan jî Mehmet Can Ayşîn e ku 27 sal in xeber jê nayê girtin. Malbata Ayşîn ku ji gundê Mîzak ê Licêya Amedê ye, di 8'ê Gulana 1994'an de esker agir bera gundê wan didin. Di dema şewitandina gund de gelek kes tên binçavkirin û gundî du roj bi şûn de tên berdan, lê Mehmet Can Ayşîn nayê berdan. Ji wê çaxê heya niha haya malbatê ji Ayşîn tune ye.
Aynûr Ayşîn, keça Mehmet Can Ayşîn, anî ziman ku gava bavê wê hat windakirin 24 salî bûye û 27 sal in li aqûbeta bavê xwe dipirse. Aynûrê weha got: “27 sal derbas bûn, lê hê jî ez dibêjim ê derî lêkeve û bavê min bê. Ez wî hîs dikim, bi me re ye. Mirina wî hîs nakim."
Li ber çavên wan birin
Endamê Komîsyona Windayan a ÎHD'a Amedê Adnan Orhan jî, gava 17 salî bûye bavê wî, apê wî û pismamê wî di bin çavan de hatine windakirin. Orhan, ji sala 1996'an ve ji bo xizmên xwe yên winda têdikoşe. Li mezrika Adrok a gundê Zara yê Pasûra Amedê, eskerên dagirker 24'ê Gulana 1994'an Mehmet Selîm Orhan (46), Hasan Orhan (40) û pismamê wan Cezayîr orhan (17) binçav kirin. Orhan, diyar kir ku wê demê li ber vê rabûne û eskeran ji wan re gotiye, "em ê wan berdin", lê belê ji wê çaxê ve tu xeber ji her sê kesan nehatiye girtin.
Malbata Orhan, ji bo aqûbeta xizmên xwe serî li gelek deveran dane. Piştî mehekê li devera mezrika Kevrekok a gundê Bagcilarê gorek komî tê dîtin û pê dihesin ku di vê gorê de cenazeyê 8 kesên di 12'ê Hezîrana 1994'an de hatine kuştin hene. Gor, di 2003'yan de tê vekirin û di 2007'an de ji bo DNA'yê xwîn ji malbatan tê stedin û tê tespîtkirin ku ji van cenazeyan du jê yên birayên Orhan in. Lê aqûbeta Cezayîr Orhanê 17 salî hê jî nediyar e.
Dad ji bo her kesî ye
Orhan, anî ziman ku dewlet tu carî ji bo zelalkirina van bûyeran tevnagere û bal kişand ser mikurhatinên yek ji serekçeteyên dewletê Sedat Peker û got: "Hin îtirafkar dertê mikur tên. Lê hê jî darizandinek jî nehatiye kirin. Ne ji dil in. Di wexta xwe de me serî li darazê da, lê dosye di refên bi toz de man. Kujerê windayên me Yavûz Erturk bû, lê beraet kir. Hê jî ji bo dosyeya me îdianameyek nehatiye amadekirin.
Orhan, bal kişand ser çalakiyên xizmên windayan ên li Qada Galatasarayê û Parka Koşûyolûyê û got: "Malbat 25 sal in vê çalakiyê pêk tînin. Bila heqîqet bên aşkerekirin, komîsyona heqîqetê bê avakirin. Têkoşîna me ji bo edaletê ye û edalet ji bo her kesî ye. Beraetkirina kiryaran û girtina dosyeyan nayê qebûlkirin. Em dixwazin ev kes bên cezakirin. Em dixwazin her kes piştgiriya têkoşîna me bike.
MA/AMED