- Beriya bi 25 salan polêsên dewleta Tirk a dagirker li Silopiyayê Hanim Eren bi êşkencê qetil kirin. Hevjînê wê Osman Eren pê re hatibû girtin û paşê jî 13 caran ew kirin nezaretê. Ew dibêje, ev 25 sal in ew li benda edaletê ye.
Li navçeya Şirnexê Silopiyayê, Hanim Eren beriya bi 25 salan di nezaretê de bi destê hêzên dewleta Tirk a dagirker bi êşkencê hatibû şehîdkirin. 25 sal derbas bûn, lê ne berpirsiyar hatin dîtin û ne jî kes li wan geriya. Hevjînê Hanim Erenê, Osman Eren dibêje, dewlet qatilê Hanim e.
Zeynep Dûrgût bi nûeya xwe ya di Ajansa Mezopotamyayê (MA) de vê bûyerê bi bîr dixe û bi Osman Eren re dipeyive. Hanim eren gava ku 46 salî bû, 25'ê Îlona sala 1996'an tevî hevjînê xwe Osman Eren li taxa Barbaros a navçeya Silopiya ya ser bi Şirnexê, hatibû girtin; hêzên delweta dagirker ew kiribûn nezaretê. Di encama îeşkenceya giran a li Miduriyeta Polêsan a Silopiyayê de Hanim Erenê jiyana xwe ji dest dabû. Piştî ehîd bûna Hanim Erenê, polês hewl didin da ku mirina wê wekî xwekuştinê nîşan bidin. hingê hevjînê wê Osman Eren jî di nezaretê de ye. Polês ji hevjînê wê Osman Eren re dibêjin, “Bibêje PKK'ê kuştiye.” Lê malbata Eren vê qebûl nake. Tevî ku di ser bûyerê re 25 sal derbas bûne jî lê hîna jî kujer nehatine dîtin; jixwe dewleta dagirker hewl jî nedaye kujeran bibîne. Malbata Eren bi xwe li benda pêkhatina edaletê ye.
Ji wan bawer nekir
Osman Eren xweş dizane polêsan bi êşkencê hevjîna wî qetil kirize. Ew dibêje, “Ew roj ti caran ji ber çavê min naçe. Rojekê, ez ne li malê bûm. Çûbûm gund ji bo pembû biçinim. Êvarê ez hatim malê ku cendirmeyan pirsa min ji malbatê kiriye. Min jî tiştek nekir. Serê sibehê bi ser mala min de girtin. Ez û hevjîna min kirin nezaretê. Dûv re em birin midûriyeta polêsan. Em sê şevan li wir man. Şeva 3'yê hatin hevjîna min birin. Pişt re serê sibehê hatin ez jî birim qata jor. Heta serê sibehê ez li wir sekinandim. Gotin, 'Wê niha kesên berpirsyar bangî te bikin.’ Pişt re bang li min kirin. Min lê mêze kir tiştên min hemû li ser maseyê bûn. Ji min re gotin, 'Hevjîna te bi cilên xwe doh di nezaretê de xwe xeniqandiye û em pê hesiyane û me ew rakiriye nexweşxaneya Amedê'. Min ji wan bawer nekir."
Dor li mizgeftê jî girtin
Osman Eren dizane ku hêzên dewleta Tirk a dagirker hevjîna wî qetil kirine. Lê dîsa jî polêsan bela xwe jê venekiriye û jê xwestine ku terka welatê xwe bike û gefa kuştinê lê xwarine. Osman Eren tîna bîra xwe ku roja veşartina cenazeyê hevjîna xwe, polêsan dor hem li mala wan û hem jî li mizgeftê girtibû: “Mala me û mizgeft ji hêla polîsan ve hatibû dorpêçkirin. Heta serê sibehê mala me di bin dorpêçê de bû. Piştî ku polês çûn me cenazeyê xwe veşart. Hevjîna min kuştin û ji bo ku nebêjin wan kuştiye, cenaze bi zanebûn şandin Amedê. Li ser cenazeyê wê şopên êşkenceyê hebûn. Laşê wê hemû reş û şîn bûbû. Mêjiyê serê wê bi kincên wê ve mabû.Miduriyeta polêsan got, 'Xwe bi kincên xwe xeniqandiye’. Mirovek wê çawa karibe xwe bi kincên xwe bikuje?"
12 caran bi elektrîkê êşkence
Osman Eren ji Zeynep Dûrgût re gotiye, “2 zarokên min wenda bûbûn û me nedizanî bi ku ve çûbûn. Her carê dihatin pirsa van ji me dikirin. Di wê pêvajoyê de ez 13 caran kirim nezaretê. Di van 13 caran de 12 caran bi ceyranê êşkence li min kirin. Ez tazî dikirim û pişt re ez hilawîstim û ava cemidî bi laşê min de dikirin. Ez wan rojan ti caran ji bîr nakim. Heger ez bimrim dibe ku ji bîr bikim. Zilma ku dewletê li min kiriye, ti kesî li min nekiriye. Edalet ji her kesî re lazim e. Ev 25 sal di ser qetilkirina hevjîna min de derbas bûn. Lê hin jî kesên ku hevjîna min kuştin, nehatine dadgehkirin û hîna jî kujerên wê nehatine dîtin. Ev 25 sal in em li benda edaletê ne. Bila êdî ev zilm bi dawî bibe. Dewlet deyndarê me ye." ŞIRNEX