Di serma û qeşayê de, mirov çiqasî dikare bi qedrê neviyên xwe zanibe? Li Estonyayê, bapîrekî li ser behra qeşagirtî ji bo neviyê xwe lîstikeke xweşkok çêkir. Wî weke xelekekê, qeşa bi birekeke bi motor û hîzareke desta birrî. Ev xeleka hanê gava mirov hinekî daf dide êdî li dora xwe digere. Ev lîstika li ser Behra Baltik, ji bo piçûkan bû kêfeke xweşik, lê kêfa mezinan jî ewqasî anî. Ev xeleka 12 metroyan fireh hem kêfa mezin û piçûkan anî û hem jî ji bo performansa dansê ya keçan bû dikeke ji qeşayê ya li dora xwe digere.
Vî bapîrî ji bo neviyê xwe sebir kir û piştî karekî 5 saetan, kêfa wî gelekî anî.
TALINN