Li Festîvala Filman a New Yorkê îsal wê kurtefilmeke Jafar Panahî di beşa kurtefilman de bê nîşandan. Festîvala Filman a NewYorkê îsal ya 58´an e û wê ji 17´ê Îlonê heta bi 11´ê Cotmehê dewam bike.
Festîval wê bi filma The Inheritance (Mîras) a Ephraim Asili yê 100 deqîqeyî dest pê bike.
Filmên weke Her Socialist Smile (Bişirîna wê ya sosyalîst) ya John Gianvito ya 93 deqîqeyî, Fauna ya Nicolás Pereda ya 70 deqîqeyî, "Navê wê Ewrûpa bû" ya
Anja Dornieden û Juan David González Monroy ya 76 deqîqeyî wê di festîvalê de bên nîşandan.
Di beşa kurtefilman de Hidden (Veşartî) ya Jafar Panahî ya 18 deqîqeyî jî tê nîşandan. Ev filma bi produksiyona Fransî ya 2020´an weke kurtevaryanteke filma dirêj a dawî ya derhêner "3 Rû" ye. Di vê kurtefilmê de Jafar Panahî dide dûv keça xwe û hevalekî xwe yê produktorê şanoyê. Ew diçin keçeke Kurd a stranbêj a gelekî behremend li gundekî çep û asê yê Kurdistanê bibînin. Malbata keçikê destûrê nade ku keçik ji xelkê re stranan bibêje. Lê tişta ku ew li wir dibînin hem pirr bedew e û hem jî gelekî alegorîk e: sireke divê veşartî be, lê belê di heman demê de dixwaze azad be.

Filma dewleta otorîter

Jafar Panahî îsal ne tenê bi vê filma xwe elaqedarî Kurdan dibe. Di filma derhêner Nader Saeivar a bi navê Biyanî de ew tevî derhêner, senarîst e. Ev film jî îsal hatiye çêkirin. Di nava 90 deqîqeyan de sê ziman tên bihîstin Kurdî, Farisî û Tirkî. Film behsa tirs û paranoyayê li navçeyeke Îranê dike. Li navçeyê du biyanî bi wesaîtekê her roj tên heman cihî û bi saetan li tiştinan dinihêrin. Xelkê navçeyê bawer dike ku ew endamên Itlaetê bin. Berê gumana wan pê re pê re diçe ser mamoste Bextiyarê Kurd, ê ku kurê siyasetvanekî xelk li serê dudil e. Film bi awayekî zindî jiyana di bin rejîmeke totalîter de nîşan dide.

NAVENDA NÛÇEYAN