Şûş yan jî Sûsa ya antîk a di navbera welatê Kurdan û Xuzîstana îro de, di serdema kevnar de jî navendeke bazirganiya di navbera Zagrosan û Mezopotamyayê de bû. Ev vazoya hanê qederê 5 hezar salî ye. Ew ji nakrepola Şûşê ji gorekê hatiye derxistn. Îro dûrî welatê xwe li Mûzexaneya Louvrê tê pêşandan, li cem gelek berhemên din ên hunerî yên ji wan hezarsalên beriya mîladê.


Li ser ê eşkere weke xeml, teşeyên geometrîk hatine bikaranîn û berhem îro sipî sax e, ne şikestî yan jî kêm e. Ew 15 santîman bilind e û ferehiya wê li cihê herî fereh 8 santîm e. Sala 1910’an li nakrepola Şûşê hatiye dîtin. Arkeologê ew dîtî jî Morgan de Jacques e. Temenê wê texmînî di navbera 4 hezar beriya mîladê û 3 hezar 500 beriya mîladê de ye. Ji kîla pijandî hatiye çêkirin û kariye heta îro xwe bigire. n

PARÎS