- Pirtûkxane û Muzeya Morgan a li New Yorkê da zanîn ku wan beseteyek nû ya Frederic Chopin dîtiye. Ev besteya ku weke valsê hatiye nivîsandin beriya niha nedihat zanîn û haya kesî jê tine bû. Yanî ew nû hatiye kifşkirin.A
Frederic Chopin di nav muzîkjenên klasîk de bêguman navekî bi nav û deng e. Ew di navbera salên 1810 û 1849’an de jiya û heta bimire di warê muzîkê de berhemên bêhempa afirand ango valsên xweşik nivîsand. Nexasim jî şahesera wî ya bi navê “Nocturne, Op. 2 No. 9” yek ji wan berhemên xweşik e. Wî qederê 230 beste nivîsandin û hin ji van besteyên wî heta roja îro jî ji hêla xelkê ve bi kelecanî tên guhdarîkirin.
Niha jî berhemeke Chopin ya nû hatiye kifşkirin ji hêla Pirtûkxane û Muzeya Morgan ve û ev jî bêhtir kela canê mirov radike. Ev vals ango berhema nû yek ji kifşên herî girîng e. Ji lewma piştî salên 1930’î berhemeke bi vî rengî ya Chopin nehatibû kifşkirin. Ev vals ku li ser kaxizekî bi destan hatiye nivîsandin ji hêla Dr. Robinson McClellan ve hatiye dîtin. Beste ji 24 notayên bi pîvan pêk tê. Ev berhem bi qasî deqîqeyekê didome û teknîka “forma piçûk” ya Chopin hatiye nivîsandin. Ji hemû valsên wî yên ku hatine nivîsandin kintir e.
Kurt e le qewî ye
Pirtûkxane û muzeya Morgan ji bo berhema Chopin a ku nû hatiye kifşkirin dibêje; “Ev berhemeke nîvco ye û nehatiye temamkikrin” û wiha dewam dike; “Lê dîsa jî weke besteyeyên wî yên berê ku hatine temamkirin dixweye, berhemeke zor qewî ye.” Ligor mezinahiya kaxizê ku ev vals li ser hatiye nivîsandin, wisa tê texmînkirin ku Chopin ev vals weke diyarî ji hin kesan re nivîsandiye. Ji ber ku Chopin diyariyên bi vî rengî dinivîsand û dida xelkê. Lê di vê valsa wî de îmzeya wî tine ye. Ji ber ku îmze tineye dibe ku Chopin fikra xwe guherî be û ev vals ji xwe re hilanîbe ango veşartibe. Lêkolerê ku beste kifşkirine vê yekê piştrast dikin.
Di derbarê Chopin de pirsên nû
Robinson McClellan got; “Ev valsa Chopin a ku nû hatiye kifşkirin wisa dike ku em careke din bi berfirehî li bestekar bifikirin û ji wî têbigihîjin. Divê akademîsyenên di vî warî de dixebitin lê bifikirin bê ka Chopin vê besteyê kêngî nivîsandiye û ji bo kî beste kiriye. Gava mirov li van tiştan difikire pirsên nû derdikevin holê.”
Ji valsên berê cudatir e
Valsa nû ya Chopin her çend valseke kurt be jî kela canê muzîkjenên klasîk radike. McClellan got; “Ew ê tiştekî bêhempa be dema ku em bi rêya piyanoya klasîk li vê valsê guhdarî bikin. Di derheqê Chopin de piçûk be jî ew ê tiştekî nû fêrî me bike.” Her wiha Pirtûkxane û Muzeya Morgan jî di derbarê valse de got; “Çend pîvanên li ser kaxez di warê hestan de mirov dibin qonexeke din, beriya ku melodiyeke melankolîk dest pê bike, beste mirov ber bi lûtkeyekê ve dibe. Ji lewma valsên ku tên zanîn bi vî awayî dest pê nakin, ji ber vê yekê ev valsa nû ya ku hatiye kifşkirin balkêş e.”
Lêkolîn û piştraskirina valsê
Robinson McClellan cara ewil di sala 2019’an de çav bi vê besteyê dikeve. Gava ku Koleksiyona Artur Saltz xwe digihîne McClellan û katalogekê hazir dike ev vals derdikeve holê. McClellan ji bo piştrast bibe ev vals ji hêla Chopin ve hatiye nivîsandin diçe Zanîngeha Pennsylvania, Prof. Jefferey Kallberg dibîne û pê re dixebite. Kallberg di derheqê Chopin de weke pisporekî dixebite û ji bo wî gelek xebat birine serî. Piştî lêkolînên kûr û dirêj Kallberg got ku ev vals ji hêla Chopin ve hatiye nivîsandin. NAVENDA NÛÇEYAN