• Bi pêşengiya Komeleya Ciwanên Welatparêz turnuvaya futbolê ya şehîd Navdar Kerkûkî bi dirûşmeya ‘Têkoşîna ciwanan bêdawî ye’ dest pê kir.

Bi pêşengiya Komeleya Ciwanên Welatparêz turnuvaya futbolê ya şehîd Navdar Kerkûkî bi dirûşmeya ‘Têkoşîna ciwanan bêdawî ye’ dest pê kir.
Ji bo bîranîna şehîdên Cenga Heftanînê, Komeleya Ciwanên Welatparêz turnuvaya futbolê ya organîze dike.
Pêr yekem lîstik li bajarê Silêmaniyê di navbera tîma Şehîd Egîd û Qalîstan de çêbû. Di encamê de tîma şehîd Egîd bi ser ket. Pêr bi şev di hema çarçoveyê de li Seyîdsadiq jî tîma Derbendîxan û Hewraman çûn pêşberî hev. Di encama pêşbirka her du tîman de jî tîma Hewraman bi ser ket. Bi tevahî wê 8 tîm tevlî turnuvayê bibin. Her tîma bi bin ket wê ji nav turnuvayê derkeve.
Di dawiya turnuvayê de her sê tîmên serketî wê bên xelatkirin.

SILÊMANÎ