Li nav bajêran ajalên kovî zêdetir nayên dîtin, kêm car ew dadikevin nav bajêr. Lê li bajarê Nara yê li Japonyayê gakovî dikarin li nav bajêr bi rehetî bigerin û ti kes destê xwe nade wan. Nara bajarekî antîk e û gelek insan diçin serdana vî bajarî. Ji ber xelk dizanin gakovî li wir bi rehetî digerin gelek kes nexasim ji bo gakoviyan bibînin diçin.
Trêna bi navê “Narashika” yan jî “Trêna Gakoviyên Nara” ji gakovinên Narayê îlham girtiye. Ew naşibe trênên din û cuda ye. Paldank û her wiha tiştên din ên du hindirê trênê de li gor rengê gakoviyan hatiye çêkirin. Wan bi temayeke taybet ango bi gakoviyên Narayê trên xemilandiye û balkêştir kiriye. Her wiha gelek resmên ku bi camên trênê ve hatine zeliqandin jî hene. Hin tablo jî hene ku di derbarê gakoviyên Narayê de agahiyan didin. Bi vî awayî atmosfereke pastoral hatiye avakirin di hundirê trênê de.
NARA