Trêneke li Rotterdamê ji ber ku ajokerê lokomatifa wê dîqet nekir, ji rê derket. Lê berhemeke hunerî nehişt ku trên ji deh metroyan bikeve erdê. Ajokerê lokomotîfê, hingê tenê di trêne de bû. Ew jî bi xêra heman berhema hunerî bêyî ku birîndar bibe, bi saxî û silametî ji qezayê filitî.
Duşemê êvarê, li semta Spijkenisse ya ser bi Rotterdamê, trên pêşî li benda raweste ket, ew şikand û paşê jî ji cihê rê bi dawî dibû jî bihurî. Ev dever qederê deh metroyan ji erdê bilind bû, ya rastî ji avê bilintir bû. Bextxweşiya ajoker û trênê bû ku trêna ji rê derketî, bi xêra peykerekî dûvê balînayan ê dêwane, nekete erdê. Navê vê berhemê jî “Bi xêra dûvê balîna hat rizgarkirin” bû. Axir peyker bi navê xwe rabû û ev trên û ajokerê wê xilas kirin.

ROTTERDAM