Di ser komkujiya Mereşê ya 19’ê Kanûna 1978’an re 44 sal derbas bûn. Li gorî daneyên fermî, gelek jê Elewî, 120 kes hatin qetilkirin.

Di vê komkujiyê de ku hefteyekê dewam kir, 559 xanî û nêzî 290 kargehan hatin şewitandin. 

Li Mereşê yek ji 120 kesên hatî qetlkirin, Cennet Çîmen bû. 

Çîmen, xwîşka Elîf Sugan e; Elîf Sugan jî weke ‘Dayîka Elîf’ tê zanîn û beriya komkujiyê wê hîs kir ku wê bûyerek çêbe û li ser vê yekê, civak hişyar kir.

Sugan, sala 1908’an li gundê Pûlyan a navçeya Bazarcix [Merkez] a Mereşê hatiye dinê, damezirînera ocaxekê ye ku bi navê wê tê zanîn. 

Di dema Komkujiyê de xwişka wê Çîmen, piştî ku bi destê êrişkaran hate qetlkirin, çavên wê hatin derxistin û cenazeyê wê avêtin çaleke foseptîkê.

Ayşe Goksûngûr a 85 salî, xwişka Elîf û Cennetê ye; wê tiştên di komkujiyê de qewimîn, vegotin.

 

Cenneta kor qetil kirin

Goksûngûr di dema komkujiyê de 41 salî bû û li gundê Molê Ûson ê Bazarcixê dima.

Ayşe Goksûngûr got; “Li Mereşê gelek mirovên me hebûn. Xwişka min Cennet jî li wir bû. Roja ku bûyer qewimî, zarokên Cennetê ji bo dayîka wan were gund, hewl dan wê qaneh bikin. Lê Cennet li mala xwe ya li Mereşê ma. Di serdegirtinên li Taxa Yorukselîm de, bi ser mala Cennetê de jî digirin. Cenneta ku pîr bû û li malê bi tenê bû, bi çekê qetil kirin, piştre çavên yê yên kor derdixînin û cenazeyê wê davêjin çalekê. Dema ji malê derdikevin, hespeke wê ya di govê de jî dikujin’. 

 

Tevî malê şewitandin

Goksûngûr dibêje, ji ber ew Elewî bûn, êrişî wan kirine û got, ‘Xwişka min pîr bû. Min bi destê wê digirt û ew digerand. Xwişka min Elîfê, beriya ku bûyer biqewimin, dema li zozanan bû, hîs kiriye ku wê bobelatek biqewime û mirov li dijî vê yekê hişyar kirine. Lê ew komkujî pêk hat. Dema bûyer qewimî, destûr nedan kes biçe Mereşê. Kesên li wir hatin kuştin, yezîdan ew bi erdê re kaş kirin û birin. Dema dibû êvar, em bi tirsa ku em ê sibehê nebînin, dijiyan’.

Hatîce Goksûngûr a 82 salî ku di komkujiyê de du xizmên wê hatin qetlkirin jî got; “Di komkujiyê de pismamekî min û pisxaletekî min hatin kuştin. Mala pisxaletê min şewitandibûn. Dema em çûn cenaze bigirin me nedît. Me xwelî tev li hev kir. Hevjîna wî pisxaletê min ji bişkoka wî ya hesinî nas kir. Me wê demê fêm kir ku ew li wir şewitandine. Pişt re di nava wê xweliyê de hestiyên wî dîtin.”

Goksûngûr a wan rojan “weke rojên biêş” penase kirin, anî ziman ku hovîtiya bi serê wan anîn hê jî di hişê wan de zindî ye. 

MA/MEREŞ