Tirkek û 6 kes hatin girtin

Nûçeyên Cîhan

Pêncşem 30 Adar 2023 - 16:35

Li Belçîkayê di çarçoveya operasyonên "Îhtîmala êrîşa terorê" de 7 kes hatin girtin ku yek ji wan kesekî ji Tirkiyeyê ye.

Di operasyonên ku li Belçîkayê hatin kirin de derdorên ku wek "cîhadîst" tên pênasekirin hatin hedefgirtin.

Hat diyarkirin ku binçavkirin di çarçoveya du lêpirsînên ku li Bruksel û Anversê tên kirin de pêk hatine. Her du lêpirsîn bi gumana "îhtîmala êrîşa terorê" hatin kirin û bi hev re girêdayî ne. Hat ragihandin ku di qonaxa niha de hedefên potansiyela "projeyên êrîşê" nehatine tespîtkirin.

Di nav yên Anversê de tirkek heye

Li Anversê ji bo 4 kesan biryara binçavkirinê hate dayîn. Welatiyê Belçîkayê Elias E.A yê di sala 2003’an de ji dayik bûye, Sebastian B. yê ku welatiyê Belçîkayê ye di sala 2003’an de ji dayik bûye, Harûn C. yê di sala 1987’an de li Tirkiyeyê ji dayik bûye û Vanessa B. ku hemwelatiyê Belçîkayê bû di sala 1999 de ji dayik bûye. Serdozgeriyê diyar kir ku her 4 kes bi tewanên “beşdarî xebatên rêxistina terorê bûne”, “amadekirina sûcê terorê”, “bi armanca teşwîqkirina terorê peyamek belav kirine” û “di çarçoveya teşebûsa sûîqestê de” hatin girtin.

Li Brûkselê 3 kes hatin binçavkirin

Di çarçoveya dosyayê de li Brukselê 3 kes hatin girtin. Adam D. yê di sala 2004'an de ji dayik bûye, welatiyê Belçîkayê Kerîm H. yê di sala 2000'an de ji dayik bûye û welatiyê Bulgaristanê Sergey R. yê di sala 2003'an de ji dayik bûye. Dozgeriyê diyar kir ku Sergey R. û Kerîm H. tenê bi tewanên "beşdarî xebatên rêxistina terorê bûne" tên sûcdarkirin. Li aliyê din Adem D. bi “Amadekariya sûcê terorê” û “bi armanca teşwîqkirina komîsyona sûcê ya terorê peyamek belav kiriye” tê sûcdarkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.