• Saman Haddad bi gotina xwe “qasidekî çandê” ye ku bi projeya xwe ya dawî Beethoven tîne nav deng û awazên rojhilatî. Xewna herî mezin a Saman Haddad ew e ku Bonn û Hewlêr bibin bajarên piştgirên hev. 

Saman Haddad 13 salî çû Elmanyayê; ew weke penaberekî Kurd ê ji Iraqê li Elmanyayê bi cih bû. Îro roj, ne tenê li Bonnê lê li temamê Elmanyayê û derveyî wê bi projeyên xwe yên hunerî tê nasîn. 

Saman Haddad di projeya îsal a “1001 Takt zwischen Bonn und Babylon (Di navbera Bonn û Babîlonê de 1001 pîvanên muzîkê)” rêveberê projeyê bû. Wî dengê klarînet, keman, gelek şiklên gîtaran, û ûd û ney anîn cem hev.   

Ev proje jî yek ji wanên di çarçoveya Beethoven-Jubiläumsjahres BTHVN2020 (Sala jubileya Beethoven BTHVN2020) bû. Muzîkjenên ji derdorên cihê yên çanda muzîkê ji senfoniya 4’an a Beethoven motîvan lê dixin. Yanî danûstendineke bi muzîkê armanca projeyê ye. Mesela hin qismên muzîka Beethoven di nav straneke gelêrî ya Eraban de çawa tê bicihkirin, ji armancên vê projeyê ye. Şirovekirin û serwextbûneke cihê ya li notayên muzîkê jî destûrê dide vê. 

Saman Haddad di vê yekê de hosteyek e, ehlê meselê ye. Ew li Bonnê ji bilî vê bi komên xwe yên bi navê Kültürklüngel Orkestar û Triyoya xwe ya transneteweyî Golden Kebab jî tê nasîn. Ew timî dihisîne û guh dide tişta tê gotin û îcrakirin, yanî danûstandin ji bo wî pirr muhim e.

Di van çend salên bihurê de Saman Haddad bê navber her kar kir. Konser dan, projeyên çandî bi rê ve birin, li Başûrê Kurdistanê jî ji ber ku Înstîtuya Goethe jê xwest şêwirmendiya civaka çandê kir. Ew dibêje, ji ber ku dixwaze mirovan bîne cem hev, ew vî karî dike.

Midbexa wî 4telbar

Ew ji xwe re dibêje, “qasidê çandê” lê jê re ji mêj li Bonnê dibêjin “Kültürminister” [ji Tirkiya çandê û Elmaniya wezîr hatiye çêkirin]. Wezîfeya wî ya pêşî a çandê beriya bi 10 salan di midbexa wî dest pê kiriye. Wî xelk gelek caran vexwendiye şîvê. Rojekê jî gîtara xwe ya kevin aniye û bi vî rengî “Jam-Session”an dest pê kiriye. Bi vî rengî midbexa wî veguherî saziyekê. Di demeke kurt de tevneke mezin a muzîkjenan peyda bû. Wî zûzûka navê “4telbar” li midbexa xwe kir. 

40 konserên li ser otobosê

Samam Haddad dest bi konserên li ser keştiyên çemî û li baxçeyê bajêr kir. Wî di dema krîza koronayê de konser li ser otobosa duqatî a bajêr a ji bo gera nava bajêr a tûrîstan organîze kirin, tam 40 konser ji bo xelkê Bonnê di dema koronayê de: pêşî li ber stargehên pîran û penaberan, paşê li nava bajêr û tevahiya bajêr. Konsera herî xweş bi ya Saman Haddad li taxa Tannenbusch bûye. Taxa ku weke taxa pirsgirêkan tê dîtin. Ji ber ku wî kela canê zarokan a rabûyî dîtiye, pirr şad e; zarokên wê konserê ji bîr nekin. 
Pirraniya çalakiyên xwe Saman Haddad bêyî berdêlekê dike. Niha ew debara xwe bi rêveberiya projeyê ya “1001 pîvanên muzîkê” ya ji bo Înstîtuya Bonnê ji bo Lêkolîna Koçberiyê û Hînbûna Înterkulturel dike. 

Du kesayetên koçberan

Sala 2019´an Saman Hadad vedigere Hewlêrê, bajarê ku ji şeş saliya xwe heta 13 saliya xwe lê mayî. Ji ber ku bi ya wî li Iraqê hunermend hîna didin pey xewnên xwe, hindik maye ku ew li Başûrê Kurdistanê bimîne, lê vegeraya Elmanyaya ku 25 salan ew lê maye. Bavê Saman ji dêyeke Kurd û bavekî Ereb e, dayika wî ji bavekî Kurd û dêyeke Hindistanî ye. Ew jî çawa hingê belav bû, ji ber Elmaniyê bi sed belayî dibistana navîn diqedîne.

Ew piştre xwe li girêdana lûleyên gaz û avê diceribîne. Ew ji bo ku karibe amadeyî bixwîne, diçe dibistana êvarî. Piştî anîmatoriya zarokan û karê li ser keştiyên tûrîstan. Lê ew herî zêde jî kitêban dixwîne, xwe bi xwe perwerde dike. Axir hêdî hêdî xwe bi xwe baştir nas dike: “Gelek koçber zanîngehê naxwînin, ji ber ku du kesayetên wan hene. Li aliyekî li malê efendî ne, her tişta dêûbav dibêje dikin, bi çanda welatê xwe radibin. Lê li derve kesayeteke wan a din heye. Vê yekê kir ku ez beramberî dêûbavê xwe rast û duristtir bim.”

Xewna herî mezin a Saman Haddad ew e ku Bonn û Hewlêr bibin bajarên piştgirên hev. Û heger weke van projeyên xwe yên din dewam bike, û dev jê bernede, wê wê jî bibe serî. n

BONN