DÎREN DÎCLE ERDEN / LONDON 

Li gelek bajarên Brîtanyayê ji bo ku alîkariyê bigihînin bajarên Kurdistanê û Tirkiyeyê saziyên Kurd, Elewî, şoreşger û çepgir maseya krîzî ava kirin û kampanya dan destpêkirin. 
Li Londonê herkesê ji civaka Kurd û Elewî bi awayekî çalak tevlî kampanyayê dibe.
Li Brîtanyayê nexasim jî Navendên Civaka Kurd û hin komeleyên cihî bangê li endamên xwe û xelkê dikin da ku ji bo piştgiriyê û alîkariya lezgîn alîkariya xwe bidin Heyva Sor a Kurdistanê. Li Londonê ji bilî NCK´yan, Meclîsa Gel a Kurdan, Gik-Der, Day-Mer, Dersim-Der, Federasyona Elewiyan, Mala Cemê, Navenda Çanda Yüz Çiçek Açsın, Dersim-Der, komeleyên Alxasiyan û Kurecikiyan û gelek sazî û komeleyên din kampanyayên alîkariya madî dan destpêkirin.  
Saziyên ku endamê Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk li Brîtanyayê ne, li mekanê Federasyona Elewiyan a Brîtanyayê (BAF) maseya krîzê ava kirin. Parlamentera Partiya Karker a Ingilîz, Feryal Clark Demirci jî di maseya krîzê de cihê xwe digire. Maseya Krîzê bi gelek rêxistinên alîkariyê yên navneteweyî re hevdîtin kirin, û ew xebatan bi rê ve dibe da ku pêdiviyên lezgîn ên ji bo mexdûrên erdhejê lazim, bigihîne wan.

Pereyan bişînin

Maseya Krîzê bi tevahiya kanal, komele, endam, hesabên xwe yên medyaya dijîtal, ji xelkê dixwaze ku di ser Heyva Sor a Kurdistanê û saziyên din ên alîkariyê yên fermî re alîkariya pere bişînin. Saziyan bi bîr xist ku di felaketên beriya niha de ji ber ku wesaîtên alîkariyê li deriyên sînor hatin astengkirin yan jî hatin desteserkirin, çêtir e ku xelk alîkariya pere bide û bi vî pereyî li cihê cih tiştên lazim werin peydakirin. Li gorî Maseya Krîzê ev rê ewletir e ji bo xwegihandina mexdûrên erdhejê û alîkariya bi wan re. 

Lazim e em îro alîkariya xwe bikin

Meclîsa Gel a Kurdan ji bo ku alîkarî di ser hesabên Heyva Sor a Kurdistanê re bên kirin, xebateke mezin dimeşîne. Li avahiya KCC ya li Londonê, Heyva Sor jî Maseyeke Krîzê ava kir û beramberî meqbûzê, alîkariya pere qebûl dike. Hevserokên Meclîsa Gel a Kurdan a li Londonê Turkan Budak û Baran Pazarcik dibêjin, “Hilweşîneke mirov nikare terîf bike bi serê me de hat. Pêdiviya navçeyan û bajaran hemûyan bi alîkariya lezgîn heye. Kî dikare çi bike, lazim e îro bike.” 

Bigihînin Heyva Sor

Meclîsa Gel a Kurdan ji bo alîkariya pere jî ev hesabên li jêr parve kirin:

Heyva Sor a Kurdistanê e. V.  
Kreissparkasse Köln
IBAN: DE49 3705 0299 0004 0104 81
BIC/SWIFT: COKSDE33XXX