Tevn û polêsê Tirk

Luqman GULDIVÊ nivîsand —

Duşem 8 Adar 2021 - 01:23

Weke her Kurdê li Nisêbînê mezinbûyî, gava navê polês dibihîzim, reaksiyona min a pêşî ew e, ez çawa çav bi wan nekevim, ji dest wan xilas bibim, heger bi ser malê de girtibin ka tiştên veşêrim hene yan na. Piştre heger min bigirin ka bêbextiyekê wê bixin stûyê min yan na, ez ê xwe çawa ji dest wan xwe xilas bikim, êşkenceyeke çawa wê li min bikin û mitaleyên bi vî rengî axir didin dûv hev… Ev mitale bi wan filmên komediyê yên Hollywoodê yên weke "Police academy" jî ti carî nerm nebûn. Polês û nexasim polêsê Tirk îfadeya daimîkirina sitema li Kurdistanê û miletê wê ye.

Ji ber wê jî ya rastî min xwe nedida ber xwendina romanên polêsiye.

Lê par min da xwe, min romana Tevn xwend a Osman Geylanî. Osmanî Geylanî midûrê nûçeyan ê TRT’a Kurdî bû. Beriya wê jî wî nûçegihaniya polês kiriye ji bo rojnameyên Tirkan. Ji ber wê min nexwest li ser romanê binivîsim. Roman ne nû ye, lê li ser bergê bi xwe jî weşangeran -Weşanên Nûbihar- nivîsiye, "yekemîn romana polîsiye bi kurdî", belkî ji ber wê min hinekî zor da xwe û xwend. Min xwend lê nusxeya li ber destê min bi rûpel "200"î bi dawî dibû, muhtemel e ku şaşiya çapê be. Heger qismê 14´an jî bi qasî qismê 13´an dirêj be, divê ji nusxeya li ber destê min 8 rûpelên nivîsî kêm bin. Li gorî agahiyên li ser kitêbê diviyabû 212 rûpel bin. Axir kêmbûna wê yek ji sedeman ku min nenivîsî. 

Sedemeke din zimanê wê bû ku di navbera Kurmanciya amî û Kurmanciya nivîsê de wê bi xwe jî nizanîbû li ku ye. Lê ez ê bi vê jî danekevim. Çima îro min nivîsand. Ji ber ku ez ê tenê îşaret bi polêsê vê "romana yekem" ya polêsiya bi Kurdî bikim. Polês weke parêzvanê civakê, weke kesê bê guneh û fedakar ê ku bêgunehên din li dijî sûcan diparêze, hatiye sêwirandin. Lê di nava civaka Kurd de polês berevajiyê vê ye.

Roman polêsekî maseya kuştinê ya navenda polês a Stenbolê ya Gayrettepe dike qehremanê xwe. Osman Geylanî ev komiserê polês ê navenda li Gayrettepeyê, bêyî ku yek carê behsa cihê Gayrettepeyê di bîra Kurdan de bike, kiriye karaktera sereke ku çavdêr, aktor û carinan bêjer e di romanê de. Bibîranînek, şahidiyek yan jî bûyereke îşaret li vê xisleta vê navendê bike nîne.

Polêsê min û te jî Serhat e. Mirovekî xemxur, diltenik, biaqil, jêhatî, dilbirehm û gelek xisletên din ên erênî. Gava mirov romanê dixwîne, polêsê Tirk li ber çavê mirov sempatîk dibe. Mirov ji peywenda têkiliya polês û Kurdan bi temamî qut dibe. Ji ber ku mekanê li jor jî bi temamî ji peywenda têkiliya bi Kurdan re hatiye qutkirin, û karektera sereke Serhat jî bi navendê re û bi polêsên mayî re îşaret bi ti nakokiyan nake, bi giştî teşkîlata wan sempatîk dibe. Ne tenê Serhat, lê polêsên din ên di romanê de xuya dikin, alîkarê Serhat, komserê qereqoleke nêzîkî bûyera kuştinê hemû jî mirovên qenc in. 

Mirov gava romanê dixwîne, hindik dimîne lomeya li xwe bike ji ber ku van polêsên insan, qenc û diltenik weke xirab, êşkenceker û dagirker dîtiye. Çima romana polêsiye ya pêşî ya bi Kurmancî ne li mekanekî din e, weke Başûrê Kurdistanê ku tê de komiserê qehreman di peywendeke Kurdistanî de be? Yan jî çima ne li welatekî li derveyî wan dewletên Kurdistan dagirkirî be? Hingê mirov wê karibe li polêsekî din jî bifikire, beyî ku polêsekî Gayrettepe li ber çavên mirov şîrîn bibe. 

Axir ez bi vê romanê êşiyam, ez qeherandim. Osman Geylanî dîsa nûçegihaniya polês kiriye, yanî muhtemelen wezîfeya xwe, lê heqê Weşanên Nûbihar li me Kurmancan nebû ku Serhatê polês şîrîn û bê guneh bike, mekanên zilmê weke navendeke polêsên qenc nîşanî me bide. Bi ya min weşangerên Kurdiyê, ji tişta madî û wê de, xwedî berpirsiyarî ne beramberî civaka xwe.  

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.