Hunermendên ku di bin banê TEV-Çand’ê de jî xebatên xwe dimeşînin, Hekîm Sefkan, Xelîl Xemgîn, Bengî Agirî, Peywan Arjîn û Jiyan Osman berhemeke nû bi navê ‘Xwe Nekuje’ derxistin.
Berhema ji helbest û awazên Hekîm Sefkan, aranjeya Memo Yapiştiran, duh cara yekem li ser Med Muzîk’ê û platformên dijital hate weşandin. Klîpa stranê ji dîmenên gerîlayên HPG’ê û pêşmergeyan pêk tê, yên ku li Başûrê Kurdistanê li dijî DAIŞ’ê mil bi mil şer kirin.
Hekîm Sefkan daxuyaniyeke kurt li ser vê berhemê parve kir û got, wî di vê xebatê de giranî nedaye melodî û muzîkê ji ber ku ew bi xwe gotinên stranê mîna peyamekê ne, û wiha dewam kir: “Ji bo min cudahî di nava van tiştan de tine ye; ha te bi fîşekan birayê xwe kuşt, ha bi gotinan. Ha te di kozika şer de li dijî birayê xwe şer kir, ha te di kozikên siyasî de şer kir.
Ha bi teqînan te mala birayê xwe xera kir, ha bi bêbextî û reşkirinê. Wekî ku bi kiryarên te birayê te wenda dike, dijminê te bidest dixe… Dêmekî ew kuştin e. Encex, kuştina birayê te ya vê rojê, amadekariya kuştina te ya sibê ye. Spas ji bo her kesê ku ked daye.”
Piştî dagirkirina Serêkaniyê, inîsiyatîfa hunermendan ji bo yekîtiya neteweyî pir xebat kiribûn û hîna ji dike.

Qismek ji gotinên stranê ev in:
… Em şervanên yek warî ne
Li bin zora yek darî ne
Kurdistan li benda me ye
Em hilgirên yek barî ne
Xwe Nekuje!
Kurdistan li benda me ye
Em hilgirên yek barî ne
Min Nekuje! …

NAVENDA NÛÇEYAN