Teknîkeka tekûz, hinek siûd û wêneyekî bêhempa

Nûçeyên Jiyan/Civak

În 24 Gulan 2024 - 16:35

  • Wênegirê Potugalî Miguel Claro di warê astrofotografiyê de kesekî şareza ye. Ji bo karibe li Emerîkayê wêneyê herî xweşik ê heyvê bigire ji Lîzbonê berê xwe da Teksasê. Girtina wêneyê heyvê ji xwe karekî zehmet e lê Miguel Claro wêneyê xwe bi rêbaza HDR girtiye û karê xwe hîn zehmettir kiriye. 

Wênegirê Potugalî Miguel Claro di warê astrofotografiyê de kesekî şareza ye. Ji bo karibe li Emerîkayê wêneyê herî xweşik ê heyvê bigire ji Lîzbonê berê xwe da Teksasê. Girtina wêneyê heyvê ji xwe karekî zehmet e lê Miguel Claro wêneyê xwe bi rêbaza HDR girtiye û karê xwe hîn zehmettir kiriye. Ji bo karibe vî wêneyî bigire wî plansaziyeke pirr xurt kir û teknîkeke hesas hazirî kir. Ji bilî teknîk û rêbaza ku bikaraniye bext û siûda wî jî pê re bûye alîkar û di dawiyê de wêneyekî serketî derketiye holê.
Miguel Claro ji bo karibe vî wêneyî bigire bi mehan xebitî û li teknîka HDR’yê kola. HDR ji bo girtina hin detayan tê maneya bêhtir girtina dîmenan. Paşê di post-prodûksiyonê de ev detay û dîmen li ser hev siwar dibin û dîmenên bi vî rengî yên serketî derdikevin holê. Yanî wêneyên ku bi vê rêbazê derdikevin holê xwedî kontrasteke bilind in.
Ew wênegirekî xwedî şans bû ji lewma di dema girtina wêneyê heyvê de ba tinebû û her wiha ewr jî belav bûbûn. Ji lewma wêneyekî ewqasî paqij û bêhempa derketiye holê. Miguel Claro ji bo karibe vî wêneyî bigire weke ku di wêne de jî xuya ye 6 kamera bikaraniye. LÎZBON

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.