Têkiliya bi xwezayê re û berhemên narîn

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 7 Kanûn 2022 - 02:01

Pelên ku ji daran dikevin ji bo Susanna Bauer girîng in. Ji lewma ew van pelan ji bo hunerê xwe bi kar tine. Sussana Bauer li Elmanya û Ingilsitanê dijî. Ji bo hunerê xwe bibe serî, malzemeyên organîk ango yên elaqedarî zindiyan bi kar tîne. Pêşangeha wê ya nû ya bi navê “Gathering Stories” vê kifşa wê ya xweşik nîşanî xelkê dide.

Pelên ku ew ji bo hunerê xwe bi kar tîne, bêhtir yên di rengê qehweyî de ne. Piştî ku ew van pelan hişk dike, bi derziyê keviya wan qul dike û bi benekî, wan didirû. Jixwe, karên wê dişibin tentene ango dantêlan. Susanna Bauer karên xwe wiha dinirxîne; “Ez li bin daran bêhna xwe vedidim, di dema bêhnvedanê de jî pelên ji darê ketî kom dikim. Dema ez wan kom dikim li xwezayê dinihêrim û kîjan pelî çawa bi kar bînim, difikirim. Bi vî awayî têkiliyekê bi xwezayê re çêdikim û serpêhatiyên min çêdibin. Pêvajoya hunerê min, wisa dest pê dike.” 

Sussana Bauer her pel, bi aweyekî cuda sêwirandiye û karên wê naşibin hevdu. Hunerê wê, hunerekî narîn û kubar e. Her wiha ji bo ew xwe îfade bike, formeke balkêş kifş kiriye û di vê formê de gelek tişt çêkirine.

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.