Teburîda; rêûresmeke kevn a Mexrîbê

Nûçeyên Jiyan/Civak

Duşem 4 Mijdar 2024 - 16:15

  • Pêşandana şer a dîrokî ya Mexrîbê “Teburîda”, heta roja îro wekî werzîşa siwarbûnê maye. Merve El-Meaytî bi tevlîbûna tîma teburîda armanc dike ku qalibên civakî bişkîne û mîrata çandî bi îro re bîne cem hev.

Teburîda ku werzîşek (pêşandan) kevn a siwarî ya Mexrîbê ye, kokên wê digihije serpêhatiyên şer û qehremaniyê yên seranserê dîrokê. Ev werzîş ji pêşandana siwariyê wêdetir, mîrateyek çandî û dîrokî jî temsîl dike.

Merve Al-Meaytî ya ji Mexrîbê bi beşdarbûna di cîhana tebûrîda jinan de armanc dike ku qalibên zayendî yên civakî biguherîne. Merve dema 12 salî bû bi temaşekirina pêşandana teburîda koma mêran a ji aliyê hevjînê xaltîka wê ve hatiye avakirin eleqeya wê ji vê hunerê re çêbû. Dema bû 18 salî beşdarî komek jinan bû. Di komê de cilên pembe û sipî li xwe dikin, çekên ku jê re tê gotin ‘mihakil’ hildigirin. Mihakil yek ji amûrên girîng a teburîdayê ye û di vê pêşandanê de li gel aliyê hunerî mîrateya şerekî dîrokî tê pêşandan.

‘Min dev jê berneda’

Merve El-Meaytî diyar dike ku di destpêka vê rêwîtiyê de ji aliyê hinek mêran ve rastî têbîniyên neyînî hatiye lê bi vê yekê gav paş de neavêtiye. Merve El-Meaytî dibêje ku malbata wê di destpêkê de li dijî vê werzîşê bû, lê bi demê re ew wan qanih kiriye û piştgirî ji wan wergirtiye. Merve El-Meaytî tekez dike ku girseyek heye ku piştgiriyê dide hebûna jinan di xwepêşandanên tebûrîda de û dibêje, "Her çend hin mêr vê rewşê qebûl dikin, hinên din hîn jî nêrîna xwe ya kevneşopî ya di vî warî de diparêzin."

Pêşandan û rêûresmên Teburîda

Nîşandana Tebûrîda bi hin rîtuelan dest pê dike. Berî ku bikevin qada pêşandanê, wek ekîb dua dikin û silavê didin hev. Merve balê dikişîne ser girîngiya teqandina hevdemî ji tivingan û lihevhatina di dema xwepêşandanê de, ji ber ku "Teburîda" ji peyva Erebî "barut" tê. Kom 15 guleyan rast û hevdem davêje ku ji temaşevanan re mîna teqînek yekane deng dide.

Wêrekî hêvî û motîvasyonê çêdike

Ji bo siberojê xewnên mezin ên Merve El-Meaytî heye. Ew hêvî dike ku beşdarî pêşbirkên mezin ên teburîda bibe û bi wergirtina xelatên cihêreng bêtir were naskirin. Dibêje ku ew dixwaze hemû jinan teşwîq bike û got: "Xeyalên xwe bişopînin, li hemberî zehmetiyan dev jê bernedin. Tevî metirsiyên di siwariya hespan de jî bedewiya vê werzîşê kifş bikin. Astengiya temen, zayend û civakî tine ye, ji bo bidestxistina serkeftinê."

Merve El-Meaytî bi rêya Teburîda ne tenê dixwaze xewna xwe pêk bîne, lê di heman demê de îlhamê dide gelek jinan. Wêrekiya wê li dijî rolên zayendî yên kevneşop helwestekê destnîşan dike; hêvî û motîvasyonê di nifşên ciwan de çêdike.  HANAN HARET JÎNHA/MEXRÎB

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.