Talîbanê û Pencşîrê li hev kirin

Nûçeyên Cîhan

În 27 Tebax 2021 - 03:24

  • Kanala televîzyonê ya Pakistanê GEO û gelek dezgehên din ên çapemeniyê piştrast kir ku Talîbanan û hêzên muxalif ên li Pencşîrê li hev kirine.

Dezgehên çapemeniyê ragihand ku tevgera Talîban û muxalifên li wilayeta Pencşîrê li hev kirine. Pêr rayedarên Talîbanê dabûn zanîn ku hevdîtinên wan ên bi muxalifan re ji bo lio hevkirineke aştiyane serketî bi encam bûne. 
Kanala televîzyonê ya Pakistanê GEO û gelek dezgehên din ên çapemeniyê piştrast kir ku Talîbanan û hêzên muxalif ên li Pencşîrê li hev kirine.

Kanalê da zanîn ku her du aliyan soz daye hev ku êrişî hev nekin.

Çavkaniyan ji kanalê re gotiye, van rojên dawiyê rêzehevdîtin di navbera şandeyên Talîbanê û muxalîfan de li bajarê Şarîkar ê wîlayeta Parwan a Efxanistanê li dar ketine. Kanal dibêje, lihevkirina aştiyê di civîneke çapemeniyê de wê van rojên li pêsiya me bi awayekî fermî wê were ragihandin.

Li Efxanistanê tenê Pencşîr neketiye bin kontrola Talîbanê. Li wir gelek kom di bin fermana Ehmed Mesûd kurê fermandarê berê Ehmed Şah Mesûd de hene.

Berdevkê Talîbanê Zabihullah Mucahîd ji kanala Şemşad News a Efxanistanê re sêşemê gotibû, tevger amade ye têkilî bi xelkê Pencşîrê re deyne û niha danûstandinan bi rûspî û fermandaran re dikin: “Ev dan û standin dê di demeke nêz de bi çareseriyekê û bê şer bi encam bibin. Ez bawer im ku pêwîstî bi şer tine ye. Di demeke nêz de lihevkirineke aştiyane pêk were.”

KABÎL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.