- Jinan li Kabîlê li pêşiya Sefaretxaneya Îranê xwepêşandan kir û dirûşma "Jin jiyan azadî" got.
Li paytexta Efxanistan Kabîlê, jin ji bo piştgiriya bi jinên Rojhilatê Kurdistanê û Îranî re daketin meydanan. Hêzên Talîbanê gule berdan hewayê û dest li çalakiyê werdan.
Jinan li Kabîlê li pêşiya Sefaretxaneya Îranê xwepêşandan kir û dirûşma "Jin jiyan azadî" got.
Li gorî AFP'ê, çalakgeran 15 deqeyan dirûşm gotin. Hêzên Talîbanê jî gule berdan hewayê û dest li çalakiyê werda. Di çalakiyê de dirûşmên "Îran radibe ser piyan, niha dor a me ye" û "Ji Kabîlê heta bi Îranê bibêjin Na ji dîktator re" hatin gotin.
KABÎL