Talîbanê herî kêm 72 kes înfaz kirine

Nûçeyên Cîhan

Sêşem 14 Kanûn 2021 - 22:42

  • Li gorî Neteweyên Yekbûyî (NY), Talîbanê ji Tebaxê ve li Efxanistanê 72 kes înfaz kirine.

Li gorî Neteweyên Yekbûyî (NY), Talîbanê ji Tebaxê ve li Efxanistanê 72 kes înfaz kirine.

Alîkara Komîseriya Payebilind a Mafê Mirovan a NY'yê Nada El Nashîf di daxuyaniya xwe ya li Konseya Mafê Mirovan de got, îdîayên 'bawerî bi wan bê' di dest wan de hene û li gorî van agahiyan ji Tebaxê heta Mijdarê, li Efxanistanê endamên berê yên hêzên ewlehiya neteweyî û kesên elaqedarî hikûmeta berê jî di navê de ji 100'î zêdetir kes hatine înfazkirin. Rayedara NY'yê da zanîn ku Talîbanê ji van 72 înfaz kirine.

Rayedar got, ''Li gel efûya giştî ya Talîbanê piştî 15'ê Tebaxê ragihandî, raporên têkilî înfazên li tevahiya welêt, fikaran bi min re çêdikin.''

Wekî din hat gotin, li wilayeta Nangarharê, 50 kesên ku guman ji wan tê birrîn DAIŞ'î ne, hatine înfazkirin.

NEW YORK

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.