- Talîbanan piştî ku hat eşkerekirin yekîneyên Tirk wê li balafirxaneya Kabîlê wezîfe bikin, daxuyanî da.
Talîbanan li ser yekîneyên Tirk yên li Efxanîstanê bimînin, dengê xwe li Enqerê kir. Piştî ku hat eşkerekirin yekîneyên Tirk wê li balafirxaneya Kabîlê wezîfe bikin, bi çenda saetan, Talîbanan daxuyanî da.
Talîbanan biryara dewleta Tirk şermezar kir û got, ''Biryara rêveberên Tirk ne di cih de ye, binpêkirina serweriya me û yekerebûna xaka me ye û li dijî berjewendiya me ya netewî ye.''
Piştî hevdîtina şefê dîktatoriya Tirk Tayyip û Serokê DYE'yê Joe Biden ya li Brukselê ev biryara Enqerê hate dayîn.
Talîban şemiyê daxuyanî dabû, gotibû divê hêzên biyanî ti hêviyê bi xwe re çênekin ku li Efxanistanê bimînin û gotibû, ewlehiya sefaret û balefirxaneyan berpirsyariya Efxananan e.
KABÎL