BOTAN HISÊN/OLVA HEC MENSÛR
ANHA/HESEKÊ

 

Li gundê Eliyê yê ser bi Dirbêsiyê, bêhtirî 130 malan debara xwe bi xwedîkirina tajiyan dikin. Ev tajî ji bo nêçîra kîvroşkan berê dihatin xwedîkirin. Lê niha piştî ku bazara firotina wê û hinartina wê derveyî Sûrî bi pêş ket, veguherî pîşeyekî.
Xelkê gund herî zêde debara xwe bi xwedîkirin û perwerdekirina tajiyan dikin. Li gorî rêxistina navneteweyî ya kûçikan FCI, welatê vî tajiyî, eslî. Mexrib e.
Tajî li herêmên Kurdistan, Iraq, Tirkiyê û Îranê belav dibin.
Navê wê yê navneteweyî li gorî bilêvkirina Mexribê hatiye sazkirin Slo-ughi. Tajî, piştî Çîtayan ji bileztirîn heywanên bi guhan ên bejî ye. Leza tajiyan digihêje derdora 80 km. Nefesê wê ji çîta dirêjtir e. Bê westa dikare heta dûrahiyên dirêj bibeze. Hemû rewşên nêçîriyê tehemul dike û li dû nêçîrê dibeze.
Niha 130 malbat li gund qederê 700 tajiyî xwedî dikin. Xwedîkirina wan havînan bi nanê hişk, şîr û hêkan e. Zivistanan bi goşt tên xwedîkirin. Malbatên van tajiyan xwedî dikin, di ser medyaya civakî re bi miştiriyên xwe yên ji welatên Kendavê re peywendiyêî datînin.
Mihemed Dirbas li vî gundî, ev 13 sal in ku vî karî dike. Destpêkê xwe pê bilî kiriye, bi tajiyan çûye nêzçîrê, lê niha debara xwe pê dike. Niha cihekî wî yê taybet ji bo xwedîkirin û perwerdekirina tajiyan ava kir.