Sûdanî li ber darbeyê radibin

Nûçeyên Cîhan

Pêncşem 18 Mijdar 2021 - 23:27

  • Li paytexta Sûdanê Xertûmê, xwepêşandan dewam dikin. Hêzên ewlehiyê doh bombeyên gazê li dijî xwepêşandêrên li taxên bakurê Xertûmê bi kar anîn.

Li paytexta Sûdanê Xertûmê, xwepêşandan dewam dikin. Hêzên ewlehiyê doh bombeyên gazê li dijî xwepêşandêrên li taxên bakurê Xertûmê bi kar anîn.

Li gorî AFP`ê, xwepêşandêrên li bakurê Xertûmê ji pêr bi şev ve li pêşiya bendên xwe man û xwepêşandanên li dijî darbeya leşkerî ya di 25'ê Cotmeha borî de, didomînin.

Kombûna Pîşeyî  jî bi daxuyaniyekê bang li xelkê Sûdanê kir da ku bersiva banga komîteyên berxwedana taxan bide û çalakiyên xwepêşandana sivîl pênceşeman dewam bikin. Ji ber vê jî doh greva giştî û boykotkirina tevahî saziyên hikûmetê hebû.

Di xwepêşandanên pêr yên li dijî serweriya leşkerî ya li Sûdanê de 14 kes hatibûn kuştin.

XERTÛM

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.