- Li Sûdanê di çalakiyên protestokirina darbeyê de herî kêm 7 xwepêşander hatin kuştin, hin cenazeyên din jî li gorî çavkaniyan birine nexweşxaneyan.
Li Sûdanê di çalakiyên protestokirina darbeyê de herî kêm 7 xwepêşander hatin kuştin, hin cenazeyên din jî li gorî çavkaniyan birine nexweşxaneyan.
Berpirsê Tiba Edlî li paytexta welêt Xartûmê, Hişam Fakirî ji AFP'ê re got, ''Duşemê cenazeyên 7 xwepêşanderan û cenazeyê paramîlîterekî yê ji Hêzên Desteka Bilez anîn morgê.''
Fakîrî her wiha da zanîn van rojên dawî hin cenazeyên din jî birine morgê lê derheqê wan de ti hejmar diyar nekir.
Doktorên dilxwazên demokrasiyê, duşemê bi daxuyaniyekê diyar kirin ku 4 xwepêşander ji hêla leşkeran ve hatine kuştin.
Van rojên dawiyê li paytext Xartûmê çalakiyên protestoyî dibin û dema çalakiyê leşker bi bombeyên gazê û guleyan êrişan dibin ser xwepêşanderan.
Duşemê generalê darbekar, Evdil Fettah El Burhan ragihandibû ku hemû sazî hatine betalkirin. Piştî vê daxuyaniyê li Sûdanê ku yek ji welatê herî hejar ê cîhanê ye, siberoj zêdetir nediyar bû.
Xwepêşander dixwazin desthilat bi temamî bi dest sivîlan ve were berdan û diyar dikin, heta ku daxwaza wan bi cih were ew ê li meydan û kolanan bin.
General Burhan jî got, di nêz de ew ê hikûmetekê bîne ser kar, lê her wiha pirraniya rêveberên sivîl girtî ne.
XARTÛM