RONÎDA HACÎ
JINNEWS/HESEKÊ
Hêvîn Xabûr bi dengê xwe yê zelal û xweş li ser fermana Şengalê stranek nivîsand û ji zarokên Kampa Waşokanî re her dibêje.
Hêvîn Xabûr a 13 salî, a ku bi xwe jî Êzîdî ye, ji Serêkaniyê ji ber dagirkeriya dewleta Tirk koçber bûye, niha li Kampa Waşûkanî dimîne.
Hêvînê li ser qirkirina gelan a bi destê dewleta Tirk got, "Li Şengalê dewleta Tirk xwest Kurdên Êzîdî bi destên çeteyên DAIŞ’ê qir bike, piştî ku DAIŞ jî hate tinekirin dewleta Tirk êrişî Serêkaniyê û Girê Spî kir û êrişên wê li Şengalê dewam dikin. Hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê û dewleta Tirk yek e."
'Em Mam Zekî ji bîr nakin'
Hêvînê bal bire ser şehadeta Mam Zekî ku di 15'ê Tebaxa 2018’an de li bajarê Wadî Şilo ji aliyê balafirên dewleta Tirk ve hat şehîdkirin û got, "Ez bi şehadeta Mam Zekî pirr êşiyam, em pirr jê hez dikin. Ji bo fermana Şengal û komkujiya Serêkaniyê û şehadeta Mam Zekî, min stranek nivîsand û her ji zarokên Kampa Waşûkanî re dibêjim."
Navê strana Hêvînê "Serêkaniyê Şêrîn e wek Şengala min nîne" ye. Ew wisa behsa stranê dike: "Strana min behsa têkoşîna li hemberî qirkirin, êriş û komkujiyên dewleta Tirk a dagirker, dike. Her wiha behsa berxwedana hêza YPJ û YJŞ’ê dikim ku me ji êriş û hovîtiya dewleta Tirk diparêzin û tola Mam Zekî ew ê hilgirin."
Hêvîn her bi hesreta vegera Serêkaniyê ye: "Em dixwazin vegerin Serêkaniyê, li dibistana xwe bixwînin. Em çiqas gazî û qêrîn dikin kes dengê me nabihîse. Em jî zarok in mafê me hene ku em li mal û dibistanê xwe biwxînin."