Stranbêja Qibrisî Alexia Vassiliou hê dagirkeriya dewleta Tirk a tîne bîra xwe. Ew û malbata wê ji ber dagirkerên Tirk ji bajarê xwe Famagustayê reviyabûn sala 1974´an. Ji hingê ve ew venegeriyaya wî bajarê ku jê re digot, mala min, welatê min.
Lê belê tecrûbeyên Alexiayê kir ku ew îro bi hunerê xwe jî balê bibe ser penaberan û kesên bi darê zorê ji warê xwe kirî.
Di konsera xwe ya online de ew dibêje, “Ez penaberek im… ji ber wê ez îro li vir im. Wextekî hîç mala min nebû. Hingê ez 10 saî bûm.”
Alexia bi mezinê jazzê Chick Corea re jî xebitiye û bi biryardarî bi hunerê xwe bala raya giştî dibe ser penaberan. Wê hunermend organîze kirin ji bo atolyeyan û konserên online. Di nava wan de stranbêja jazzê ya Emerîkî Madeleine Peyroux û starê muzîka rockê yê Ingilîz Peter Gabriel jî hene. Lê her wiha penaberên cihî jî tevlî vê projeyê bûne.
Ev showên online ku Alexia bi rê ve dibe, bi sponsorî û çavdêriyan UNHCR´ê çêdibin.
Muzîkjena Ermenî ya ji Sûrî Lena Chamamyan di nava hunermendên beşdarî projeyêbûyî de ye; ew di peyama xwe de dibêje, “Ez bi maneya wê yekê tam dizanim ka mirov welatê xwe, mala xwe, malbat, heval û jiyana xwe ji dest bide, çi ye.”
Ciwanekî penaber ê Kurd ê bi navê Ferhad jî dibêje, “Jiyana penaberiyê, dike ku mirov bifikire di hepseke mezin de ye. Muzîk xeyal û fikra min azad dike.”
Lê ev bername niha di tehlûkeyê de ye ji ber şewba Covid-19´ê. Nûnera UNHCR a Qibrisê Katja Saha dibêje li wargehên penaberan heta niha 200 zarok beşdarî atolyeyên wan ên muzîkê dibin.

NÎKOSÎA