Navenda Cemîl Horo ya Çand û Huner a li Helebê, di encama xebataeke 3 mehan de stranek li ser berxwedana Şêxmeqsûdê çêkir û kîlpa wê jî amade kir. Stran balê dibe ser berxwedan û hevgirtina pêkhateyên li taxa Şêxmeqsûdê li dijî êrişên çeteyan.
Stran li ser berxwedana Şêxmeqsûdê ye. Awaza stranê ya hunermend Ehmedê Xanê ye. Hunermendên ji taxa Şêxmeqsûdê stranê dibêjin. Derhênerê klîpa wê jî Hesen Xemgîn e. Stran li studoya Navenda Cemîl Horo ya Çand û Huner hat qeydkirin.
Endamên tîma şanoyê ya Navenda Cemîl Horo beşdarî amadekirina klîpê bûn. Dîmenên klîpa stranê li kolana taxa Şêxmeqsûdê û Seken Şebabî ya taxa Eşrefiyê, hatin girtin.
Hunermend Ehmed Xanê dibêje: "Stran kurteya berxwedana dîrokî ye. Lê çiqas me behsa berxwedanê kir, hê jî gotin li hember fedakariya şehîdan kêm in."
Derhêner Hesen Xemgîn jî dibêje, astengiyankir ku klîp dereng bimîne: "Di xebatê de û bi sedema kêmbûna dîmenên di arşîvê de ku berxwedana Şêxmeqsûdê belge dikin, hin astengî çêbûn. Ji ber wê me hin bûyer bi alîkariya endamên tîma şanoyê, bi aktoriyê ji nû ve qeydkirin."
Girtina dîmenên klîpê bi dawî bûye, û hefteya bê wê di kanalên televîzyonê û tevnên civakî de bê nîşandan.
ANHA/HELEB