Koma Şanoyê ya Estêrekan a ji kor û kerran pêk tê, Germiyaniyan kom dike û bi rêya peşkêşkirina şanoyê pirsgirêkên xwe û karasatên gelê Kurd pêşkêş dikin. Berpirsê komê Omer Ebdulah got, “Şano bandoreke baş li ser aliyê derûnî yê kor û kerran dike. Şanoyê kariye nêrin û cîhana wan berfireh bike.”
Koma Şanoyê ya Estêrekan sala 2015’an li navçeya Kelar a ser bi Germiyanê hate avakirin. Ji dema hatiye avakirin ve gelek çalakiyên hunerî li dar xistine.
Ev nêzî du salan e jî di nava komê de komeke din a 12 kesan heye ku pirraniya wan nabînin û nabihîzin. Temenê wan di navbera 14 û 18 salan de ye. Derhêner ew anîne cem hev û di demeke kurt de karîne bi rêya şanogeriyê bala xelkê bikişînin ser xwe.

Dike ku kerr û kor têgihiştîtir bibin
Derhêner û berpirsê komê Omer Ebdullah li ser komê dibêje, “Fikra damezrandina Koma Şanoyê ya Estêrekan ji vê yekê hat ku di nava civakê de kor û kerr çîneke ji hev belav in û di nava malbatê de weke pêwîst girîngî bi wan nayê dayîn. Lewma me pêwîst dît ku berê xwe bidin jiyana wan û di nava hunera Kurdî de bikin mînakek xweşik.”
Omer Ebdullah diyar kir ku şano bandoreke baş li ser aliyê derûnî yê kor û kerran dike û wiha peyivî: “Hêza wan a fikirîn û cîhana wan berfireh dike. Aramiyê dide ruhê wan. Ew aktorên ku prova bi wan didin kirin, reftar û tevgera wan a di nava malbatê de guhertiye û dikarin ji berê baştir fêm bikin.”
Omer Ebdullah derbarê karên Koma Şanoya Estêrekan ên heta niha de jî got; “Di Roja Cîhanê ya Şanoyê de ‘Şanoya wezîr bibînin’ li Zanîngeha Germiyan me pêşkêş kir. Di nava şanoya Kurdî de mînakeke xweşik û bêhempa bû. Di salvegera kîmyabarana Helebce de jî me şanoyek li ser karasatên hatî serê gelê Kurd pêşkêş kir. Ji ber vîrusa koronayê niha provayên me rawestiyane, lê em ê siberojê bi awayekî baştir karê xwe dewam bikin.”

ROJNEWS/GERMIYAN