Romana Tiriyên Xezebê (Grape of Wrath) ji wan romanan e ku bi awayekî gelekî baş behsa serdemekê û heqîqetên wê dike. John Steinbeck, bi wê romanê esas di wêjeya Emerîkî û her wiha ya dinyayê de jî berhemeke bê hempa hişt. Li ser daxwaza rojnameyekê, Steinbeck bi trajediya cotyar û gundiyên Oklahamayê dadiket, gava ku neçar dibûn bi komî bar bikin û biçin Californiayê. Hêmanên romanê hemû nû nebin jî romanê tesîreke mezin kir û bû romana wî ya herî muhim, esas metna wî ya herî bi qedr û qîmet. Behsa dawiya romanê meseleyeke kevin e: gava ku jina ciwan Rose of Sharon piştî ku zaroka wê mirî tê dinê, zilamekî ji birçîna li ber mirinê di kadînekê de şîr dide… Ev îmajeke belav a hunerî bû, lê tesîreke mezin dîsa jî li xwendevanan kir. Ev mijara ji serdema kevin maye, di hunerê ronesansê de jî ji nû ve derketibû holê.

Nivîskarê vê romana hanê ya ku behsa qeyrana mezin a li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) dikir, 20 Kanûna 1968´an di 66 saliya xwe de wefat kir, yanî 29 salan piştî ku ev berhema xwe nivîsî. 

Steinbeck di dema Şerê Cîhanê yê Duyemîn de rojnamevaniya şer kiribe jî, ew bêhtir bi metnên wêjeyî daket: Wî roman, kurteroman, kurteçîrok û senaryo nivîsandin. 

Mijara cotyar û gundiyan di serdema krîza mezin a aborî de di gelek berhemên wî de xwe dide der. Romana wî “Ji mişk û mirovan” (Of mice and men) jî yeke welê bû ku di heman demê de bi mijarên weke nijadperestiyê jî dadiket. Nijadperestiya hingê li DYE´yê li dijî mirovên reş gelekî li pêş bû.

Ji ber mijarên gundewar, xweza, peywendiyeke bi sihet a di navbera mirov û xwezayê de weke detay yan jî weke mijarên behsê di berhemên wî de timî hebû, gelek kes wî weke yekî ji pêşengên fikra hawîrdorparêz jî dibînin. 

NAVENDA NÛÇEYAN