Dagirkeriya dewleta Tirk tenê zerarê nade insanan her wiha zindiyên di nav xwezayê de jî jê zerarê dibînin. Gerilayên Kurdistanên li Heftenînê di nav şer de rastî pezkoviya yek mehî hatin. Dewleta Tirk bi teyareyên xwe yên şer dayika wê kuşt. Ew bi xwe jî ji pişta xwe û guhên xwe birîndar bûbû. Gerîlayan ev pezkovî ji nav qada şer derxistin û birîna wê derman kirin. Ev pezkoviya sêwî, niha li gel şervanan dimîne. Şervanan navekî jî lê kirine. Navê wê danîne; Soryaz.

 

ENES YILDIZ-KAWA TOLHILDAN/ROJNEWS