Li Hewlêrê Festivala Hinar hate lidarxistin. Di festivalê de ji bilî nîşandana hinarên bajarê Helebce, gelek cûrên din ên berhemên xwemalî û karên destan jî hatin nîşandan. Welatiyan eleqe nîşanî festivalê li Parka Şanedar da.

Di festivalê de hinar, tirî û gelek cûrên din ên fêkiyên xwemalî hene. Her wiha berhemên wek hingiv, giwîz, berhemên hişk kirî, doşav, mireba û gelek karên destan di festivalê de têne nişandan.

Cotyarê bi navê Azad Mihemed ku yek ji cotyarên naskirî yê Helebce ye, dibêje, wî zêdetirî 25 ton hinarî ji bo firotinê aniye pêşangehê, her wiha gelek tovên cûda ji Elmanya, Holanda û welatên din anîne ku di pêşangehê de nişanî welatiyan bide.
Geşbîn Ebdulrezaq ku bi karê xwe yê destan tevli festivalê bûye û dibêje, “Ev festîval jinan zêdetir teşwîq dike ku giringî bi karên xwe bidin.”

ROJNEWS/HEWLÊR