Derhênerê navdar ê sînemaya Arjantînî Fernando Solanas li paytexta Fransayê Parîsê bi vîrusa Covid-19 ketibû, îna bihurî wefat kir.
Fernando Solanas sala 1936'an li Buenos Aires a Arjantînê hatibû dinê. Ew hem derhêner û hem jê senarîst bû. Solanas ê çepgir, pêlekê senatorê neteweyî bû ji Buenos Airesê.
Ew bi têgeha "Sînemaya Sêyemîn" tê nasîn. Sala 1966'an filma xwe "La Hora de los Horno (Saeta tenûran)" piştî derbeya li Arjantînê bi dizî çêkir. Wî du salan li ber vê filmê da. Sala 1988'an wî li Cannesê Xelata Palmiyeya Zêrîn a Derhênerê Herî Serketî girt. Her wiha wî dema ev xelat bi filma "Sur (Başûr)" girt ev filma xwe diyarî Yilmaz Guney kiribû.
NAVENDA NÛÇEYAN