Şiroveyek nû ya ‘Ahmedê Mala Mûsa’ 

Nûçeyên Jiyan/Civak

Duşem 23 Îlon 2024 - 17:00

  • Kom Muzîk û Seyme Muzîk, bi biryardarî xwedî li rabirdûya muzîka Kurdî derdikevin. Kom Muzîk û Seyme Muzîk a ku girîngî dide dengbêjiyê û nasîna wê ji nifşên nû re berhema Dengbêj Remezan a nû weşand.

Dengbêj Remezanê ku ji navçeya Berwarî ya Sêrtê ye bi navê ‘Ehmedê Mala Mûsa’ bi rêya Seyme Muzîkê gihîşt guhdaran.
Daxuyaniya Seyme Muzîkê ya li ser mijarê bi vî rengî ye:
“Dengbêj Remezan ê ku 60 salî ye, di salên 80’î de koçî Mersînê kir. Bi karên înşaetê û cotkariyê debara malbata xwe dike. Di salên bihurî de li Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM) karê muzîkê kir û tevlî xebatên çandî û muzîkê bû. Niha jî li dawetan û hemû rojên taybet de yên ku çanda Kurdî nirxê xwe yê çandî diparêze. Berê berhema wî ya bi navê ‘Gulazer’ bi rêya KOM Muzîkê, ya bi navê ‘Şahîno’ jî bi rêya Seyme Muzîkê hatiye weşandin. Berhema Dengbêj Remezan a dengbêjiyê ye bi navê ‘Ehmedê Mala Mûsa’ li hemû platformên dîjîtal e.” ANF

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.