Komeke saziyên perwerdehî û çandî, weşanxane û akademîsyenên ji Silêmaniyê nêzî 10 hezar kitêbî diyarî zanîngehên Rojava kirin.
Bi armanca pevguhartina tecrûbeyan û bihêzkirina têkiliyên fikrî û çandî, Pirtûkxaneya Mam Celal Talebanî, serokê Zanîngeha Silêmaniyê, serokê Zanîngeha Selahaddînê, Peymangeha Mîrateya Kurdî, Pirtûkxaneya Giştî ya Silêmaniyê û rojnameya Kurdistanî Niwê nêzî 10 hezar kitêbî ji zanîngehên Rojava re diyarî kirin.
Pirtûk dê li Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Kobanê werin belavkirin.
NAVENDA NÛÇEYAN