Sîlehên Hewlêrê diçin Kîevê

Nûçeyên Cîhan

Sêşem 25 Çile 2022 - 22:48

  • Sîlehên Kanadayê hazir kiribûn ji pêşmergeyan re bişîne, niha dibe ji Ukraynayê re biçin. 

Sîlehên Kanadayê hazir kiribûn ji pêşmergeyan re bişîne, niha dibe ji Ukraynayê re biçin. 

Bi buhayê 10 milyon dolaran sîleh di pakêtan de ne û hazir in, gava lazim bû, werin şandin. Sala 2016´an Kanadayê ev sîleh ji bo pêşmergeyan hazir kiribûn. Li ser redda hikûmeta federal a Iraqê, artêşa Kanadayê ev sîlehên ji şandinê re hazirkirî û pakêtkirî, xistin depoyeke xwe ya li Montrealê. Di nav van sîlehan de sîstemên dij-tank ên Carl Gustav jî hene. Ev sîleh têra bi gurçûpêçkirina hêzeke ji 600 kesî dike. 

Hefteya bihurî Ukraynayê ji Kanadayê xwest alîkariya sîlehan bidiyê. Dîsa jî zêde nediyar e, ka tiving û sîlehên Kanadayê di nava artêşa Ukraynayê de bi kêr bên, beramberî reqîbê muhtemel Rûsyayê. Lê heger eskerên sîlehan bi kar bînin, bên perwerdekirin û cebilxane têra xwe hebe, dibe ku artêşa Ukraynayê van sîlehan bi kar bîne.

MONTREAL 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.