Şikestinan tamîr dike

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 22 Gulan 2024 - 18:39

  • Gelek caran xelk gava teyfik an jî îskanekê dişkînin wan davêjin çopê û bi kar naînin. Lê hunermendê bi navê Robert Strati di vî warî de xwedî sekn û afirîneriyeke cuda ye. 

Ew teyfikên şikestî werdigerîne berhemên hunerî. Wî heta niha bi van teyfikên şikestî tiştên pirr xweşik sêwirandiye û dîtineke din a nêzî tiştên şikestî nîşanî xelkê dide.
Stratî di sala 2020’an de piştî ku teyfikeke porselen a xesûya xwe dişkîne dest bi vî karî dike. Piştî xesûya wê jî dişikê biryara çêkirina van berheman dide. Ji bo xwe careke din li ber dilê xesûya xwe şîrin bike rêbazeke cuda bikartîne û teyfikê ji nûve bi hev ve dizeliqîne. Bi vî awayî careke din weke diyarî dide xesûya xwe û xwe bi vî awayî dide efûkirin.
Stratî van teyfikên şikestî li ser tabloyan ji nû ve disêwirîne û bi alîkariya hibrê berhemên xweşik çêdike. Stratî van berhemên xwe li Gallery Fremin a New York City di pêşangehekê de derxist pêşberî bîneran. NEW YORK CITY

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.