- Livia Marin herî zêde li ser înstalasyonan kar bike jî wêneyan xêz dike, kolajan dike û peykeran jî çêdike
Livia Marin hunermendeke ji Şîlî ye, lê niha li Londonê ye. Ew herî zêde li ser înstalasyonan kar bike jî wêneyan xêz dike, kolajan dike û peykeran jî çêdike.
Berhemên wê serê pêşî elaqedarî peywenda civakî û siyasî ya Şîliyê ya salên 1990´î bûn. Yanî ew salên veguherîna ji dîktatoriya hişk a Pinochet ber bi rejîmeke dîktatoriya aborî ya neo-lîberal. Ew radihêje tiştên jiyana rojane, wan dixe nava kirasekî ku têkiliya wan deyne bi serdemekê re ya ku standartkirin û gera global xisletên wê ne. Ew bi vî rengî hewl dide bihizire li ser wê têkiliya em bi van tiştan re datînin.
Wê berhemên xwe di pêşangehên li Şîlî û li gelek deverên din ên diyayê de jî nîşan dane.
Wê sala 2012´an li Goldsmiths College a Zanîngeha London doktoraya xwe kir. Beriya wê, wê li Şîliyê sala 2004´an mastira xwe di hunerên dîtbarî de kiribû li Zanîngeha Şîliyê.
Sembolên Koçerî û Tiştên Şikestî, ji berhemên wê yên balkêş in. Ew ji parçeyên tiştên jiyana rojane hatine çêkirin. tas, sewîl, çaydank û tiştên weke wan. Berhem jî wisa xuya dikin, weke ku yan hîna nû şikestine yan jî hîna nû bi hev ve hatine kirin. Livia Marin bi xwe dibêje, berhem ji bo balê bibin ser aliyên jidestdan û lêmiqatebûnê yên tiştan, hatine çêkirin.
LONDON