Şikefta Derzîle li gundê Derzîle ye. 80’ê kêlometr dûrî navçeya Çemçemal ya ser bi Silêmaniyê ye. Seba dermankirina nexweşiya çerm û hesasî xelk diçin serdana şikeftê. Di nava şikeftê de kaniyên avê hene, ji bilî ava şîrîn û asayî, ava tirş û tehl jî hene. Welatî bawer dikin ku ew av ji bo nexweşiyan gelek baş e ji bo wê jî bikartînin.

Li gorî xelkê gund dibêje, gelek geştiyar jî tên serdana vê şikeftê. Bi sedan welatî ji bo dermankirina nexweşiya çerm û hesasî, serdana vê şikeftê dikin. Welatiyê bi navê Şikar Ceza yek ji xelkê gundê Derzîle ye, dibêje, dîroka şikeftê nayê bîra kesî, lê tê gotin beriya çend sedsalan jî ev şikeft hebûye.

Her wiha Şikar Ceza derbarê bikaranîn ava di nava şikeftê de jî dibêje; “Destpêkê her kes 10 yan 15 kêliyan, heriya wan kaniyan li laşê xwe dide. Piştre ji kaniyên ava tirş, av bi xwe de dikin û dawî de jî ava asayî laşê xwe dişûn.”

Li gorî baweriya welatiyê bi navê Şiwan Ebdula heriya şikeftê, ji bo laşê mirov gelek baş e. Şiwan dibêje, beriya çend mehan nexweşiya hevalekî wî ya çerm û hesasî hebû, tevî hemû dixtoran jî nexweşiya wî çareser nebû. Piştre wan ew anî li ser vê şikeftê û piştî heriya şikeftê bikaranî hemû nexweşiya wî çareser bûye.  ROJNEWS/ÇEMÇEMAL