Peyvek me Kurdan heye, “Dîtin û gotin nabe wek hev” Belê rast e bandora gotinê jî heye, sêhr û hêza peyvan em nikarin piştguh bikin. Qedr û wateya peyvan jî heye, lê dîtin tiştek din e bêguman! Gelek caran baweriya hin tiştan bi dîtinê ancax dikare were peyitandin. Dîsa pêşgotinek dîtir ya kevn heye “mirov carekê bibîne, çêtire ji bihîstina sed carî…” Yanî mirov sed car bibêje an jî sed car bibîhize jî tu car nabe wek dîtina carekê. Carek dîtin beramberî sed gotinî ye! Pişt ku hin tişt bi çavên seriyan hatin dîtin gotin qels dimîne, lewaz dimînin peyv. Di warê şik û gumanan de dîtin mirov bêtir têr dike. Her tim baweriya me bi dîtinê tê, lê gotin bivê nevê hin tiştan nikare zelal bike di serê mirov de. Elbet dîtin jî ewqas bêguneh nîn e! Carna şêweya dîtinê jî mirov dixapîne. A girîng ew e ku mirov bi kîjan têgihîştinê û çawa dibîne.

John Berger çavên xwe perwerde kiribû. Çavên wî çê bûn. Çelengî û bedewiya dîtinên wî li ser dîtinên mirovan bandoreke bêhempa çêkir. Ji bo dîtinan cuhokên nû afirand. Li tiştekî nêrîn û dîtin ne heman tişt bûn. Her kes dikare binêre lê mixabin her kes nikare bibîne. Berger lê nedinêrî ew didît, ji ber ku didît dikaribû rave jî bike. Ravekirina tiştekî jî bi dîtina wî tiştî ve girêdayî ye. Heger mirov baş bibîne ewê mirov dikaribe baş şîrove jî bike. Me hemûyan tenê li tiştan dinêrî lê Berger bi “şêweyên dîtinê” xwest ku em êdî dev ji lênêrînê berdin û hin tiştan bibînin. Bi saya şêweyên dîtinê dîtinên me yên xwemal  û xweser jî xwe dan der. Îro heger şêweyên dîtinê yên cur bi cûr zêde bûbin, avakarê vê yekê Berger e. Hêza rexnegirî û çavê wî yê sêyemîn çavekî dîtir bi me re jî çêkir. Bi xêra vî çavê sêyemîn îro em li wêneyan dinêrin, sînemayê şîrove dikin. Îro ro bi gelempêrî em dîtbariyê bi dîtinên Berger dinirxînin. Pêre pêre dîtinên xwe jî lê zêde dikin. 

Her çav dîtinek, her dîtin ramanek û her raman ronahiyek e. Berger ronahî bû. Ew bi şewqa dîtinên xwe riya me jî ronî kir, bi saya wî em hay ji dîtinên xwe çêbûn. Belkî ji berê de jî me didît lê me nikaribû nav li vê dîtinê bikira an jî ev dîtinên xwe pênase bikira. Berger ferhengoka dîtinê ya herî xurt bû. Peyvên dîtinê yên herî xweşik di turikê wî de veşartîbûn. Ji nivîskar û rexnegirekî wiha bêhempa hemû cîhan sûd wergirt. Hunermendekî dilsoz bû bi berpirsyariya hunerê baş dizanibû, ji lewre jî hemû temenê xwe di nav ger, lêkolîn û nivîsandinê de derbas kir.

Li gor ola Xiristyanî “beriya her tiştî peyv hebû…” , li gor ola Îslamê “beriya her tiştî deng hebû…” Li gor ola (dîtbarî) Berger jî “beriya her tiştî dîtin hebû…” Mirov dikare di sedsala 20 û 21 yekemîn de dîtbariyê wek ola herî bi bandor bihesibîne. Vî wextî îmaj, reklam, wêne, sînema û bi giştî dîtbarî civakê bi rêve dibe. Deng û peyv tu xêra xwe nemane wek berê, mixabin niha her tişt bûye îmaj! Ji lewre jî Berger di serê pirtûka xwe ya “şêweyên dîtinê” de wiha dinivîsî  “Dîtin beriya gotinê tê. Zarok lê dinihêre û nas dike beriya ku bikaribe biaxive” Berger jî beriya gotinan bike û biaxive xwest dîtinên xwe xêz bike ji lewre jî ew bû wênesaz. Dixwest dîtinên xwe şênber bike û li ser çarçoveyan bide nîşandan. Paşê ew dîtinên wî çavekî sêyemîn pêre çêkir, ev çavê sêyemîn jî ew kire rexnegirekî hunerê yê bêhempa.

Berger pif kir çavên me jî, hêjî pif dike çavên me bi dîtinên xwe. Çavên me yên tije toz û duman paqij dike, rê li ber dîtinên nû vedike. Şêweyên dîtinê yên dîtir nîşanî me dide. Me ji xew hişyar dike Berger beriya her tiştî dîtinê hînî me kir ew. Em çavekî kor bûn, ew çavên me vekir. Ya herî girîng Berger, nivîskar û rexnegirekî çepgir bû û nêrîna serdestan ku bindestan biçûk didît red dikir û bi nivîs û rexneyên xwe li hember vê ramanê disekinî. Dîtinên rojavayî yên serdest di parzûnekê de derbas kir û bi şêweyên dîtinên xwe yên tûj rexne kir. Bîrdoziya di bin dîtinên rojavayî de bi rexneyên xwe yên têr û tije deşîfre kir. 

Ji bo em tenê li tiştan nenêrin û karibin bibînin pêwîst e em şêweyên dîtinê yên Berger bixwînin da ku em jî şêweyên xwe yên dîtinê çêbikin.

Emê çûyina te bi kîjan şêweyên dîtinê rave bikin Berger? Gelo em çûyina te çawa bibînin û çawa binirxînin…?