Serxwebûn û rêbaza Apoyî

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 1 Kanûn 2020 - 21:17

  • Hejmara 467’an a rojnameya Serxwebûnê derket.

Hejmara 467’an a rojnameya Serxwebûnê gihîşt ber destê xwendevanan. Bi wesîleya salvegera 42’an a damezrandinê, PKK´ê ji gelek aliyan xwe ve hate nirxandin. Manşeta “Di sala 43’an a PKK’ê de em Pêngava xwe ya Dema Azadiyê bi rêbaza Apoyî bimeşînin û bi ser bixînin” e.

Rojnameyê belavoka Komîteya Navendî ya PKK’ê ji manşetê weşand û 27’ê Mijdarê Cejna Vejînê ya Neteweyî li gelê Kurd û dostên wî pîroz kir.
Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê Dilzar Dîlok jî bi sernavê “Li Rojhilata Navîn xeleka herî girîng a civakî Kurd in, li nava gelê Kurd jî xeleka herî girîng a civakî jin in” nivîsek nivîsî.

Roja Têkoşîna li dijî Şideta li Jinê jî mijareke girîng a vê hejmara rojnameyê ye. Koordînasyona KJK’ê, pêngava “Li dijî qirkirina jinê dema parastina civakê û jinên azad e” nirxand.

Serxwebûnê di vê hejmarê de ji nirxandinên Mijdara 1996’an ên Rêber Abdullah Ocalan jî nivîsek amade kiriye. Abdullah Ocalan di vê nivîsê de qala esasên têkoşîna PKK’ê dike.

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû, endamê Koordînasyona Komalên Ciwan Ozgur Şerker, Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan jî ji vê hejmarê re nivîsîne.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.