SÎMA BIROKÊ
ANHA/QAMIŞLO
Strana “Va ye PKK rabû” yek ji wan stranan e ku li nava Kurdan gelekî belav e û jê tê hezkirin. Aliyekî wê melodiya wê be jî aliyê din gotinên wê ne. Me xwe gihand helbestkarê van gotinan Tacidîn Hisên. Wî ji me re behsa serhatiya vê stranê kir.
Tacidîn Hisên sala 1953`an li gundê Gir Mêr yê di navbera Hesekê û Amûdê de ji dayîk bûye. Hisên ji bo debara xwe bike, li Libnan, Îmaratên Yekbûyî yên Ereb, Şamê û herî dawî jî li Erebistana Siûdî kar kiriye.
Sala 1973`an dema ku Tacidîn Hisên li Sûriyê leşkeriya mecbûrî dikir, ji kanala BBC’yê bihîst ku li Bakurê Kurdistanê gel rabûye ser piyan. Dema Hisên li dîmenî temaşe dike, ji eşq û şadbûnê hevoka “Va ye xortên kurdan rabûn, deşt û çiyan belav bûn” ji nava hinavên wî derdikeve.
Tacidîn Hisên sala 1980`î li Erebistana Siûdî endamekî tevgera azadiyê nas kir. Ew kes ji Tacidîn Hisên û hevalên wî yên karker re behsa PKK’ê dike û bi wê yekê hezkirina PKK`ê di dilê Hisên de şîn dibe.
Hisên li Siûdiyê wêneyê rêber Ocalan li ser dîwarekî dibîne û li wir rûyê rêbertiyê nas dike. Piştî bi demekê dixwaze vegere Rojava, dema ku digihêje Şamê diçe mala mirovekî xwe û bi tesadufî Rêber Ocalan li wir dibîne.
Piştî ku Tacidîn Hisên rêber Ocalan dibîne yekser nivîsa wî tê bîra wî, ji xwe re dibêje: “Va ye xortên Kurd bûn PKK, va ye PKK rabû”. Ew sala 1981`ê vê hevoka xwe temam dike û dike helbest.
Çawa bû stran
Ji eşqa dîtina serokatî û ji eşqa partiyê baweriyeke mezin bi Tacidîn Hisên re çêbûbû ku PKK wê gel ji zordestiyê rizgar bike. Tacidîn Hisên sala 1982`yan helbest nîşanî hunermend Xelîl Xemgîn kir ku wê demê bi hev re li Erebistana Siûdî kar dikirin. Xelîl Xemgîn li tembûra xwe dide û Hisên jî helbestê dibêje, bi wê yekê biryarê didin ku wê helbest û awazê tomar bikin. Bi wî rengî ew helbest dibe stran.
Tacidîn Hisên ew kaset bi xwe re anî Rojavayê Kurdistanê û li malbat û dostên xwe belav kir, kesên dihatin cem wî jê ew kaset dixwestin.
Hisên li Rojavayê Kurdistanê şehîd Mizgîn (Gurbet Aydin) nas dike. Şehîd Mizgîn bihîstibû ku Tacdîn ew helbest nivîsiye. Şehîd Mizgîn rojekê di civatekê de wê stranê bi dengê xwe yê xweş dibêje.
Ew helbest di sala 1983`an de bi dengê şehîd Sefqan û Mizgîn û bi awazeke din hate tomarkirin.
Gotinên ‘Va ye PKK rabû’
Va ye PKK`e rabû
Deşt û çiyan belav bû
Kulîlkên welat sor bû
Bilbil bi gulan şa bû
Wek şêran daketin şer
Hesinin dil û ceger
Bi şev pêde ranazin
Ta ku rojê bînin der
Hemû karkerên cîhan
Xortên rindî xwendevan
Dil şabûn bi şerê wan
Teva destê xwe da wan
Va bilbil dike fîxan
Mizgîn dide hevalan
Pîroz dike cejna wan
Sed her bijî Kurdistan
Keça Kurdî rojhilat
Xemla xwe daye welat
Mizgîn li te hevalê
Roja şadî va ye hat