Şerefnameya Kurdan û Mîr Şeref

Nûçeyên Dosye

Pêncşem 25 Sibat 2021 - 01:51

  • Demeke dirêj Şerefxan Bedlîsî li ser wê yekê difikirî ku kitêbekê li ser dîroka Kurdistanê binivîse, lê wî karî hîna nû 1597’an dest bi nivîsandina kitêba xwe bike û heman salê 13’ê Tebaxê jî nivîsandina kitêbê qedand. 

REWŞAN DENIZ

Sala 1597’an 13’ê Tebaxê yek ji berhemên herî muhim ên li ser dîroka Kurdistanê Şerefname qediya. Şerefname dîroka dewlet û mîrtiyên Kurdistanê ye bi şiklê ku Mîrê Bedlîsê yê hingê Şerefxanê Bedlîsî ji adeta nivîsê ya hingê belav hatiye nivîsandin. Yanî beriya wefat bike bi 6 salan wî ev berhema xwe ya ku wê navê wî heta îro bianiya, qedand. Em bi roja mirina wî nizanin, lê ew weke îro (25’ê Sibata) sala 1543’yan hatiye dinê.

Ew weke kurê mîrê Bedlîsî li derveyî Kurdistanê hat dinê. Ew di serdema Împaretoriya Safewiyan de di navbera Qûm û Erakê de li gundê Germerûd ê wilayeta Merkezî hatiye dinê. Li derveyî Kurdistanê, lê bi berhema xwe Şerefname, wî tesîreke mezin li nihêrîna li Kurdan a ji derve kir. Wî bi awayekî kite bi kite agahiyên li ser mîrîtiyên Kurdan ên sedsala 16’an û beriya wê di berhema xwe de nivîsandin. 

Li sirgûnê hat dinê

Hingê Osmaniyan bavê wî Mîr Şemsedîn sirgûn kiribû. Bavê wî ji mîrên Rojkiyan bû ji herî kêm ji sedsala 9’an ve bê navber li Bedlîsî hukm dikir. Wî bi navkirina xan a ku îşaret bi mezinên eşîrê dikir tercîh nedikir. Wî bi xwe ji xwe re Mîr Şeref digot, û dewletdarî bêhtir layîqî xwe didît. Piştî xezeba Osmaniyan malbata wî xwe spart bextê Sefewiyan. Ji ber wê jî ew li qesra Şah Tehmasb perwerde dibe, tevî zarokên şahî.
Sala 1596’an wî dê ji bo zarokatiya xwe binivîsanda: “Gava ez bûm 9 salî (1551) ez ketim herema xisûsî ji bo sê salan (yanî heta 1554´an), min xizmeta malbata wî şahê xuypak kir weke pêşxizmetê nava qesrê.”  

Bedlîsî dersên fiqih, quran û şerîetê jî li vir dîtin. Çawa balix bû jî ew ê weke fermandarê şerî bihata perwerdekirin. Wî dersên siwariyan, tîr û kevanê, şerê şûr û mertalan dîtin. Vê perwerdeyê kir ku ew qîmet bide ilim û perwerdeyê. Li Bedlîsê wî dê paşê di navê de Medreseya Îhlasiyê jî wê 4 medrese bidana avakirin. 

Zû li Şah Tehmasb qulibî

Sala 1576´an Tahmasb ew kir Mîrê Mîranê tevahiya eşîrên Kurdên li Îranê. Ew vî navî û vê wezîfeyê qebûl dike. Lê du sal nakevin navê, ew ji vê digere û pêşniyazî Osmaniyan dike ku bi 400 eskerên xwe di şerê li dijî Sefewiyan de cihê xwe bigire. 
Lê ev hema wisa neqewimîbû; giregirên eşîra Rojkan xwe gihandibûn cem Mîr Şerefxan û ew qaneh kiribûn ku pêşniyaza Osmaniyan a vegera li Mîrtiya Bedlîsê qebûl bike. Sultan Murad ê Sêyem ê Osmaniyan li ser vê sala 1578’an qebûl dike ku Şerefxan Bedlîsî bibe Mîrê Mîrîtiya Bedlîsê. Di navbera 1578 û 1588´an de Şerefxan ew kes bû ku tevahiya şerên Osmaniyan li dijî Sefewiyan bi rê ve bir. Sala 1597’an wî karê Mîrîtiyê da kurê xwe Şemsedîn û heta mirina wî jî ev wisa bû. 

Cihê Şerefnameyê di dîroknûsiya Kurdan de 

Şerefxan Bedlîsî ji bilî hukmraniyê, gelekî elaqedarî şiirê, nezmê û hunerên din jî bû. Demeke dirêj ew li ser wê yekê difikirî ku kitêbekê li ser dîroka Kurdistanê binivîse, lê wî karî hîna nû 1597’an dest bi nivîsandina kitêba xwe bike û heman salê 13’ê Tebaxê jî nivîsandina kitêbê qedand. Kitêba Şerefname, dîrokê li çar beşan parve dike. Qismê pêşî li ser dîroka dewletên (Sultanat) Kurd ên weke Merwanî, Hesenwayhî, Fedluyî yên Loristana Mezin, Mîrîtiyên Loristana Piçûk, Eyubiyan e. Qismê duyan li ser wan mîrîtiyan e ku pere derb kirine û xutbe li ser navên xwe dane xwendin. Qismê sêyem li ser hukimdarên xanedaniyan in. Qismê çarem jî li ser hukimdarên Mîrîtiya Bedlîsê bi xwe ye. Wî ji bo berhemê gelek wêneyên bi terzê mînyaturan jî dane xêzkirin. Destxeta Şerefxan Bedlîsî ya Şerefnameyê bixwe wê ji ber bihata girtin û li welatê Osmanî û Sefewiyan li qesrên gelek mîr û began belav bibûya. Destxeta herî kevin a berdest ji saal 1599´an e û ev destxet li Saint Petersburgê ye.

Destxet û wergerên Şerefnameyê

Ev berhem bi Farisî hatibû nivîsandin û heta ku Mela Mehmûdê Beyazîdî ew sala 1879’an wernegerand Kurmanciyê jî (Anwar Soltani dibêje, werger sala 1858’an hatiye kirin*), ti wergera wê ya bi Kurdî nebû. Destxeta vê wergerê îro li Kitêbxaneya Neteweyî ya Rûsyayê ye. Ew ewil sala 1986’an hat çapkirin. Mamoste Hejar (Abdurrehamn Şerefkendî) Şerefname wergerand Soranî û berhem sala 1972´yan hat çapkirin. Lê wergerên bi zimanên din ji mêj hebûn. Hê sala 1669´an Mihemed Begê kurê Ehmed Begê (Katibê Mîr Şerefxan bûye) Şerefname wergerand Tirkî. Tenê 15 salan piştre katibekî Mustefa Begê yê bi navê Şamî yê ji Egîlê jî berhem wergerand Tirkî. François Charmoy Şerefname wergerand Fransî û salên 1873 û 1875’an ew li Saint Petersburgê dan çapkirin. Şerefname heta îro hatiye wergerandinî Erebî, Ingilîzî, Tirkî, Rûsî, Yewnanî, Ermenî gelek zimanên din jî.

* Ji bo li ber hevgirtinê û her wiha ji bo agahiyên berfireh ên li ser destxet û wergerên Şerefnameyê binihêre li Anwar Soltani: http://kurdistanica.com/the-sharafnama-of-bitlisi-manuscript-copies-translations-and-appendixes/

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.