
- Omer Fîdan destnîşan kir ku ew hewl didin di nava şaredariyê de hişmendiya xwedîderketina li ziman xurt bikin û got ew dixwazin rengê Kurdî bidin tevahiya xebatên ku dê bi destê şaredariyê bên kirin.
ROZA METÎNA/AMED
Şaredariya Peyasê ya navçeya Amedê li avahiya xwe ji bo ragihandina Meclîsa Ziman civîna çapemeniyê li dar xistibû. Şaredariya Peyasê, Meclîsa Ziman a Şaredariyê bi daxuyaniya da, ragihandibû. Di daxuyaniyê de hatibû gotin, wê piştgiriyê bidin lihevkirina pirçandî û pirzimanî. Endamê Desteya Rêveber a Meclîsa Ziman a Şaredariya Peyasê ya Amedê Omer Fîdan li ser armanca avakirina meclisê, girîngiya zimanê dayikê, plansaziya dane ber xwe nirxandin kir. Omer Fîdan got: ”Ev meclîs di serî de di nava şaredariyê de, dê hewl bide ku li tevahiya Peyasê xebatên li ser ziman û ji bo ziman bike."
Omer Fîdan di destpêkê de qala girîngî û taybetmendiya zimanê dayikê kir û dewam kir; “Dema ku pênaseya ziman tê kirin, her gelek, her neteweyek bi awayekî pir hêsan, kurt û kurmancî pênaseya ziman dike: Ziman amûra ragihandinê ye. Bêguman, ev pênaseya bingehîn a ziman e. Lê di rewşa Kurdan û Kurdî de ev pênase pir kêm û teng dimîne. Ji lewra Kurdan bi gelek awayên cuda yên din ziman pênase kirine, wate, bar û peywirên giran li ziman kirine: ziman hîmê bingehîn ê netewebûnê ye; ziman dergûşa hemû afirandinên mirovan e; dergûşa çandê ye; nîşaneya nasnameya hevpar e; neynika jiyanê ye; kadîna dîrokê ye; kewara ezmûnan e; hebûna gelan e; xwebûna gelan e; rûmeta gelan e, hwd. Dema ku mirov van pênaseyan bi bîr bîne, mirov dê baştir di girîngiya ziman bigihîje."
Kurdî krîmînalîze û terorîze kirin!
Omer Fîdan li ser êrişên li dijî ziman û çanda gelê kurd ên dewam dike ev tişt got:"Her çiqas rêbazên serdestan ên li hemberî Kurdan hinekî guherîbin jî, binyada hişmendî û polîtîkayên wan ji yên 100 salê berê ne cudatir in. Hebûna Kurdan û Kurdî ji xwe re wek xetereyekê dibînin û hebûna xwe, qewîbûna hebûna xwe di lawazbûn û nebûna Kurdan û Kurdî de dibînin. Berê Kurdî qedexe dikirin, axaftina bi Kurdî bi awayekî fermî ceza dikirin. Bi taybetî jî li bakurê Kurdistanê, di encama polîtîkayên sed salan de, bişaftin gelekî bi pêş xistin. Krîmînalîzekirin û terorîzekirina Kurdî û Kurdayetiyê kir ku roj bi roj rewşa Kurdî lawaztir bibe, tirsa ji Kurdî zêdetir bibe, xwedîderketina li Kurdî kêmtir bibe. Niha jî dixwazin ku qirêja xwe ya sed salî ya li hemberî Kurdî bi destê Kurdan bişon. Dibêjin; 'Kurdî qedexe nîn e lê Kurd xwedî lê dernakevin, bi Kurdî naaxivin.' Bi vî awayî gunehên xwe yên sed salan dixwazin bikin stûyê Kurdan. Polîtîka û pêkutiyên xwe yên asîmîleker bi bîr naynin, behsa wan nakin. Ji bo rizgariya zimanekî divê perwerdehiyeke berbelav, çapemeniyeke azad û weşangeriyeke hevgir hebin. Kurt û Kurmancî, divê statuyek ji bo Kurdan û Kurdî hebe da ku ew bixwe biryardar û sepîner bin."
‘Ji bo ziman rêxistinbûneke xurt divê’
Omer Fîdan armanc û sedema avakirina Meclîsa Ziman a Şaredariya Peyasê ya Amedê jî wiha vegot:"Bêguman ji bo ku statu bê bidestxistin hewl û xebat divên. Her kes, her sazî divê ji aliyê xwe ve ji bo parastin û pêşvebirina zimanê xwe bixebite, têbikoşe. Her cihê ku Kurd lê bin, divê Kurdî hebe, heke tune be jî karê yekem ê ku bê kirin, divê berzkirina dengê Kurdî be, amadekirina rewşê ya ji bo bikaranîna Kurdî be. Şaredariyên li bajarên Kurdan jî divê bi vê zanînê tevbigerin û sozên ku ji bo Kurdan û Kurdî dane pêk bînin. Şaredarên ku ji DEM Partiyê bûne berendam di xebatên xwe de sozê pirzimaniyê dane. Li Şaredariya Peyasê bixwe jî ji 1000’î zêdetir xebatkar hene û gelheya navçeya Peyasê li derdora 450’î hezarî ye. Ji gelek bajaran mezintir e. Xebatên ku di binê banê çend saziyan de yan jî bi çend kesan tên kirin ji bo vê gelheyê têr nîn in. Şaredarî divê tevahiya xebatên xwe, ji bo tevahiya gelheya li navçeyê bi awayekî pirzimanî bike, ziman biparêze û bi pêş ve bibe. Di binê banê Şaredariya Peyasê de jî hinek xebatên bi Kurdî tên kirin: du baxçeyên zarokan ên ku bi awayekî pirzimanî perwerdehiyê didin hene, her wiha li navendên piştgiriya perwerdehiyê jî dersa Kurdî ji bo zarok û ciwanan tê dayîn. Lê wek ku gavek berê jî min got, li gor daxwaz û pêdiviya heyî, têr nake. Ji ber vê yekê, wek xebatkarên Şaredariya Peyasê ji bo ku em xebatên ziman zêdetir û zindîtir bikin, bi awayekî de fakto em hatin gel hev û me komek ava kir. Bêguman divê ev kombûn di tevahiya qadên jiyanê de pêk bên, rêxistinbûneke xurt çêbibe, komunên xweser û xwereng bên avakirin da ku em bikaribin hêvî û daxwazên xwe pêk bînin. Piştî ku ev koma me hinekî berfireh bû, me biryar da ku em veguherînin meclîsekê û di binê banê meclîsê de em xebatên xwe bidominîn. Ev meclîs di serî de di nava şaredariyê de, dê hewl bide ku li tevahiya Peyasê xebatên li ser ziman û ji bo ziman bike."
‘Gelek kar hene ku bên kirin’
Omer Fîdan li ser plansaziya dane ber xwe jî wiha axivî: "Bêguman gelek kar hene ku bên kirin lê ji bo niha em ê gotinên mezin nekin û doza avêtina gavên mezin nekin. Ji bo niha, em hewl didin ku di nava şaredariyê de hişmendiya xwedîderketina li ziman xurt bikin, li yekeyên şaredariyê ji bo zarok û ciwanan û li Şaredariyê jî ji bo xebatkar û rêvebiran perwerdehiya ziman bidin, rengê Kurdî bidin tevahiya xebatên ku dê bi destê Şaredariyê bên kirin. Helbet ev xebat dê bi xebatên saziyên sîvîl ên ku li ser ziman dixebitin re bi awayekî senkronîze bên kirin. Wek destpêk jî, di serî de ji bo endamên Meclîsa Ziman, Meclîsa Şaredariyê û desteya rêvebir a Şaredariyê, ji bo tevahiya xebatkarên Şaredariyê dê der barê hişmendiya ziman, aktîvîzma ziman û polîtîkayên ziman de semîner bên lidarxistin."







