
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi armanca hevparbûna termên Kurdî yên ku di rêveberiyên herêmî de tên bikaranîn, Komxebata Termên Şaredariyê li dar dixe. Tê armanckirin piştî komxebata 6 rojan dê di şaredariyan de termînolojiyeka hevpar were bikaranîn.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, xebatên xwe yên ji bo bikaranîna Kurdî ya di qada giştî de bi termînolojiyeke hevpar didomîne. Di vê çarçoveyê de ji aliyê Midûriyeta Şaxa Parastin û Pêşvebirina Ziman a ku di bin banê Serokatiya Daîreya Çand û Huner û Karên Civakî de ye, Komxebata Termên Şaredariyê li Navenda Gastro Înovasyonê ya Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) tê lidarxistin. Di komxebatê de ku di navbera 7-12ê Tîrmehê de tê lidarxistin û dê 6 rojan berdewam bike, standardkirina têgîn û termên Kurdî yên di rêveberiyên herêmî de, rakirina cudahiyên termînolojîk û avakirina bikaranîna hevpar a di şaredariyan de tê armanckirin.
Akademîsyen û zimannas beşdar bûn
Li gel endamên komîteyê yên ku di bin banê Midûriyeta Şaxa Parastin û Pêşvebirina Ziman de xebatên amadekariyê dimeşînin, ji Xorasan, Duhok, welatên cuda yên Ewropayê û bajarên cihê yên Tirkiyeyê akademisyen, zimannas û lêkolîner beşdarî vê komxebatê bûn.
Di komxebatê de, têgîn û termên Kurdî yên ku di rêveberiyên herêmî de tên bikaranîn bi awayekî berfireh hatin nirxandin; beşdaran li ser cudahiyên termînolojîk nirxandin kirin û nêrîn û pêşniyarên xwe yên ji bo bikaranîna hevpar parve kirin.
Termînolojiyeke hevpar dê were amadekirin
Armanca bingehîn a xebatê; tespîtkirin, nirxandin û pêşxistina pêşniyarên çareseriyê yên ji bo pirsgirêkên termînolojiyê yên di termên şaredariyê yên Kurdî de hat destnîşankirin. Bi xebatên ku tên meşandin re tê armanckirin ku termînolojiya Kurdî ya ku dê di serî de di Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û di şaredariyên herêmê de were bikaranîn, bigihîje standardeke hevpar.
Encam ê bi raya giştî re parve bikin
Rapor û encamên ku di dawiya 6 rojan de werin amadekirin, dê bi raya giştî re werin parvekirin. Tê armanckirin ku termînolojiya hevpar a ku dê piştî xebata 6 rojan were avakirin, bibe alîkar ku Kurdî di rêveberiyên herêmî de bi awayekî hîn zêdetir û li gorî hin pîvanan were bikaranîn. AMED
***
Li Amedê atolyeya muzîkê ya gerok
Konservatuvara Bajêr a Aram Tîgran ku di bin banê Serokatiya Daîreya Çand û Huner û Karên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de xebatên xwe dimeşîne, bernameya Atolyeya Muzîkê ya Gerok da destpêkirin ku ji bo piştgirîkirina beşdariya zarokan a di hilberîna hunerî de hatiye amadekirin. Di çarçoveyê bernameyê de ku di 7ê Tîrmehê de dest pê kir û dê heta 5ê Tebaxê berdewam bike, zarok dê di çalakiyên rîtîm, muzîk û hilberîna hevpar de werin cemhev.
Rawestgeha yekem a bernameyê, Gundê Reşkanê yê girêdayî navçeya Farqînê bû. Ekîbên Konservatuvara Bajêr a Aram Tîgran li taxê bi zarokan re kom bûn û çalakiyên muzîk, rîtîm û wêneyê li dar xistin. Di çalakiyan de ku bi armanca pêşvebirina jêhatîbûna hunerî ya zarokan (bi rêya xebatên muzîk û rîtîmê yên di bin çavdêriya mamosteyan de) û jiyîna ezmûna hilberîn û parvekirina hevpar hatin organîzekirin, dîmenên rengîn derketin holê. AMED







