- MARDEF tevî saziyên navteweyî hewarê digihîne deverên erdhejê li wan xistiye. MARDEF´ê daye ber xwe ku serê pêşî li gundên Bazarcix, Elbistan û Nurheqê 500 konteyneran bi cih bike.
ARAT ARARAT / BIELEFELD
Federasyona Komeleyên Demokratîk a Mereşê (MARDEF) ji bo alîkariya bi mexdûrên erdhejê re li Ewrûpayê xebateke xurt dimeşîne. MARDEF´ê heta niha 700 hezar euro alîkarî şiyandiye deverên erdhejê tesîr li wan kiriye. Federasyon bi saziyên alîkariya insanî yên navneteweyî SOS Attitude û Pompiers Humanitaires Solidaires re hevkar xebata xwe dimeşîne.
Endamê desteya rêveber a MARDEF´ê Mehmet Ustek bal bire ser tehlûkeya koçberiyê ya piştî erdhejê û got, “Li Mereşê 300 hezar mirov li der in. Ya ku dixwazin ew e dever ji xelkê vala bibe û komkujiya Mereşê temam bibe. Ji bo ku mirovên me koçber nebin û demkî jî be bisitirin, ev projeya xaniyên konteyner derkete holê. Belkî em nikaribin bibin her deverê, lê em ê serê pêşî bibin wan gundên pêdiviya wan gelekî pê heye. Em mecbûr in ku vî karê zehmet pêk bînin.”
Mehmet Ustek da zanîn ku wan tevahiya astengiyên burokratîk rakirine û ew ê xaniyên konteyner yekser bibin gundên pêdiviya wan bi wan heye.
Herî kêm 1,5 milyon euro lazim in
Endamê desteya rêveber a MARDEF´ê Mehmet Ustek da zanîn ku ew ê serê pêşî ji bo gundên Bazarcix, Elbistan û Nurheqê 500 konteyneran bikirin. Wan hê ji niha ve konteyner gihandine 21 gundan û hefteya bê ew ê 15 konteynerên din bigihînin gundan. Wî dazanîn ku qederê 200 gundên Bazarcix, Nûrheq û Elbistanê hene û van heta niha bi alîkariya komeleya gundê Zinkonê 15 konteyner birine vî gundî, li taxa Cengiz Topel 2 konteyner bi cih kirine û li gundê Bozlar jî 4 konteyner hatine bicihkirin.
Mehmet Ustek da zanîn ku ew ji bo vê xebatê hevkariyê bi saziyên cihê re dikin: “Em bi saziyên li Ewrûpayê [Heyva Sor a Kurdistanê, Yekîtiya Hêzê, ABF, HDP û komeleyên gundan] re hevdîtinan dikin û em ê li gorî wê hedefa xwe diyar bikin. Tenê ji bo gundên Bazarcix, Nûrheq û Elbistanê bêhtirî 2 hezar konteyneran lazim in. Hedefa me ya herî kêm 500 xaniyên konteyner in. Buhayê wan di navbera 2.800 û 3.200 euroyî de ye, Yanî ev jî dike 1,5 milyon euro. Pêdiviya me bi alîkariya mirovên me heye. Heger em rêxistinkirî bin, ez yeqîn dikim em ê vî karî bi ser bixin.”
Bi dehan TIR çûn gundan
Mehmet Ustek got, ji 12´ê Sibatê ve li Bazarcixê nexweşiya kolerayê daye der û ji ber vê divê meseleyên kanalîzasyon, av û elektrîka van xaniyan jî bê çareserkirin.
Endamê Desteya Rêveber a MARDEF´ê Ustek, wekî din da zanîn ku ew ê komîsyonan ava bikin ji bo tesbîta zirarê ya li gundan û bi sedan gund jî tevî MARDEF´ê kar dikin. Mehmet Ustek got, xebata wan bi temamî insanî ye û wiha dewam kir: “Weke MARDEF´ê di roja diduyê ya erdhejê de me 2 TIR xwarin û vexwarin gihand mexdûrên erdhejê. Heta 10´ê Sibatê, tevî Weqfa Akel a li Stenbolê me 48 TIR alîkarî gihand Bazarcix, Kurecik û Elbistanê. Wekî din me 5 TIR alîkarî şandin Hatayê, 4 TIR şandin Sergola Semsûrê û 2 TIR jî şandin Islahiyeya Entabê.”
Endamê desteya rêveber a MARDEF´ê Mehmet Ustek got, ew hevkariyê bi rêxistinên alîkariya insanî û xizmeta sihetê yên navneteweyî re jî dikin û di nava van de Sos Attitude û Pompiers Humanitaires Solidaires jî hene.
Wî di dawiyê de xwest piştgiriya bi mexdûrên erdhejê re bê xurtkirin û birîn jî bi hev re bên kewandin