Şerê li Sûdanê qirêjtir dibe

Nûçeyên Cîhan

Duşem 5 Hezîran 2023 - 00:27

  • Şerê di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştevaniya Lezgîn de dewam dike.

Li Sûdanê şerê di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştevaniya Lezgîn de di hefteya 8`an de dewam dike.

Li gorî tora Sky News Arabiya, doh li taxên başûrê paytexta Sûdan Xartûmê, di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştevaniya Lezgîn de şerekî dijwar qewimî. Şahidên ji herêma Endeziyaran, hin taxên Um Derman û taxên li başûrê paytextê diyar kirin ku şeva din jî şer rû daye û çekên sivik û giran hatine bikaranîn.

Rojnamevanan jî destnîşan kir ku li bajarê Ketim ê li bakurê Darfûrê jî şer çêbûye û hin sivîl hatine kuştin.

Cihgira rêveberê Gerînendiya Muzeyan a Sûdanê Îxlas Ebduletîf ragihandibû ku Hêzên Piştevaniya Lezgîn dest danîne ser Muzeya Neteweyî ya li Xartûmê.

Heyva Sor a Sûdanê jî diyar kiribû ku ji ber şerê li Xartûm û Darforê, xebatkarên wan neçar mane ku cenazeyên 180 kesan, bêyî ku nasnameyên wan bizanin, veşêrin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.